Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Konê Reş li Dêrikê behsa Celadet Bedirxan kir

Konê Reş li Dêrikê behsa Celadet Bedirxan kir

08 Ağustos 2012 Çarşamba 21:29
Bi helkefta derbasbûna 61 salan di ser koçkirina Celadet Bedirxan re, ofîsa rewşenbîrî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) li bajarê Dêrikê li rojavayê Kurdistanê semînerek ji nivîskarê kurd Konê Reş re saz kir.

Di dema dawî de, li rojavayê Kurdistanê bizaveke çandî û kultûrî ya berçav tê têbînîkirin, ku nîşanên we sazkirina semîner û panelan, vekirina dezgehên çandî û komeleyên rewşenbîrî û derxistina kitêb û vekirina qursên fêrkirina zimanê kurdî ye.

Semînera Konê Reş bi amadebûna hejmareke nivîskar, helbestvan û rewşenbîran li bajarê Dêrikê dest pê kir û amadebûyî xuleke bêdengiyê li ser canê qurbaniyên şoreşa Sûriyê û bizava neteweyî ya kurd rawestiyan.

Konê Reş di semînera xwe de behsa rola Celadet Bedirxan di jiyana siyasî û çandî ya kurdan de kir nemaze di warê damezrandina komeleyên kurdî de û got: “Roleke Bedirxan a mezin hebû di warê derxistina rojname, kitêb û kovarên kurdî de, nemaze di warê danîna bingeha zimanî kurdî bi alfabeya latînî.”

Semîner bi gengeşeyeke berfireh di navbera Konê Reş û amadebûyan de, bi dawî hat.(Rûdaw)

Diğer Haberler