Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Konferansa Îslamî ya Kurdistanê li Amedê dest pê kir

Konferansa Îslamî ya Kurdistanê li Amedê dest pê kir

09 Eylül 2012 Pazar 02:06
Yekemîn Konferansa Îslamî ya Kurdistanê bi tevlîbûna gelek alim û oldaran dest pê kir.

Yekemîn Konferansa Îslamî ya Kurdistanê ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve tê lidarxistin, bi tevlîbûna gelek alim û oldaran li Navenda Çanda Cegerxwîn dest pê kir.

Yekemîn Konferansa Îslamî ya Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Bawerî ya KCD’ê ve dest pê kir. Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, endamên daîmî yên KCD’ê Altan Tan û Osman Ozçelîk, şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, serokê DÎAYDERÊ Zahît Çîftkûran û Şêx Muhammed Seyrî Can, Hafiz Îsa, Hafiz Selahaddîn û gelek kes beşdar bûn.

Konferansê bi xwendina Qur'anê dest pê kir. Osman Baydemîr diyar kir ku bi vê konferansê dê destpêkek nû pêk bê. Konferansa Îslamî ya Kurdistanê dîrokiye û wiha got: “Divê êdî em li hemberî kesên zilmê li me dikin serî netewînin. Rojekê dê kurd û Kurdistan azad bibe.”

Ahmet Turk jî mafê axaftinê girt û wiha got: “Ji Emewiya heta roja meya îro dewletan îslamiyet ji bo polîtîkayên xwe bi kar aniye. Lê kurdan tu carî bi vê ferasetê tevnegeriyaye. Gelê kurd her tim wekî esîran bû. Ji ber vê, barekî giran dikeve ser milê aliman. Divê em ji zilmê re bêjin êdî bese. Ev deynê me ye. Divê hemû kurd ji bo yekitiya kurdan xebatê bimeşînin. Xweda ligel mazluman e. Em bixebitin em dê bi ser bikevin.”

Piştî axaftinê Altan Tan, endamê Înîsiyatîfa Azadî Muhammed Akar, Şêx Muhammed Seyrî Can, şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîhanoglu û Serokê DÎAYDER’ê Zahît Çîftkûran ji bo diwanê hatin hilbijartin.

Tan jî axivî û diyar kir ku sedemeke girîng ya pêkanîna vê konferansê eve ku şerên li Fas, Cezayîr, Misir, Lîbya, Suriye û Tirkiyeyê diqewime.

Konferans dê du roja bidome. Mijarên wekî ‘Di Îslamê de têkiliya siyaset, dewlet û desthilatdariyê çawa ye, çawa pêk hatiye, divê çawa be? Di Îslamê de têgeha umetê? Li gorî Îslamê qewmitî çi ye? Di Îslamê de maf û azadî çi ne? Çawa mirov dikarin bi hev re bijîn? Sererastkirina civakê divê çawa be û di warê Îslamê de meseleya kurd mirov divê çawa binirxîne’ dê bên nîqaşkirin.(Rûdaw/DÎHA)

Diğer Haberler