Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Konferansa Zazakî dê ji 2 salan carekê pêk bê

Konferansa Zazakî dê ji 2 salan carekê pêk bê

05 Temmuz 2012 Perşembe 12:15
Konferansa Şêwezarê Zazakî ku li Çewlikê du rojan dom kir, xeletî û şaşiyên ku di rêziman de tên kirin raxist pêş çavan.

Amed  – Konferansa Şêwezarê Zazakî ku li Çewlikê du rojan dom kir, xeletî û şaşiyên ku di rêziman de tên kirin raxist pêş çavan. Hate xwestin hemû rojname, kovar, pirtûk û malper li ser yek qeydeyê, li ser şêwezarê standard kar bikin.

Li Çewlikê di navbera 30’’ê hezîranê û 1’ê tebaxê de, bi serkêşiya Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) konferanseke şêwezarê kurdî zazakî hate lidarxistin. Ji Bakur û derveyî welat bi tevahî 90 kes beşdarî konferansê bûn. Du roj li ser hev li ser mijarên standardbûna ziman, xeletiyên ku di şêwezarê zazakî de tên kirin, 8 panel hatin lidarxistin. Li ser navê BDP’ê parlamenterê Mûşê Demîr Çelîk û parlamenterê Çewlikê Îdrîs Baluken di konferansê de amade bûn. Kesên otorîter ên di zazakî de Malmisanij, Denîz Gunduz, Munzur Çem û gelek kesên din jî tevli konferansê bûn.

Yek ji beşdar û aktivîstên zazakî Mehmûd Nêşîte, bal kişand ji ber ku dewlet dixwaze zazayan ji kurdan veqetîne û weke zimanekî cihê nîşan bide, bajarê Çewlikê bi kar tîne û ji bo pêşîlêgirtina vê yekê wan konferans li Çewlikê li dar xistiye. Nêşîte, ji Rûdawê re diyar kir di konferansê de piranî li ser arîşeyên di zazakî de, riya çareseriya van arîşeyan axaftin hatine kirin û wiha got: “Delegeyên konferansê jî bi fikrên xwe beşdarî van munaqeşeyan bûn. Li ser awayê nivîsandina zazakî, pirtûk, kovar, rojnameyên zazakî de, têr munaqeşe hatin kirin. Li gorî hinekan çi şaş e, çi rast e, li ser hate munaqeşekirin. Beşdarên konferansê di encama nîqaşan de fêm kirin çi xelet e çi rast e.”

Nêşîte, destnîşan kir wan di konferansê de biryar girtiye ji du salan carekî ev konferans bê çêkirin û ji 6 mehan carekî jî komîsyon rêveçûna zazakî binirxîne.

Rûdaw

Diğer Haberler