Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kongra “Kombenda Erebî ji bo Serxistina Doza Kurd” dest pê kir

Kongra “Kombenda Erebî ji bo Serxistina Doza Kurd” dest pê kir

04 Mayıs 2012 Cuma 13:40
Li bajarê Hewlêrê û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirî wî Kosret Resûl, yekemîn kongra “Kombenda Erebî ji bo Serxistina Doza Kurd” dest pê kir

Hewlêr, 4 Gulan  – Li bajarê Hewlêrê û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirî wî Kosret Resûl, yekemîn kongra “Kombenda Erebî ji bo Serxistina Doza Kurd” dest pê kir.

Di kongrê de, hejmarek berpirsên hizbî û hikûmî, nivîskar û kesatiyên iraqî amade ne.

Sekreterê kombendê Kazim Hebîb ragihand ku yekemîn kongra kombendê bi beşdariya 120 kesatiyên ji nav û derveyî Iraqê ji Amerîka, Awstraliya, Libnan, Keneda û Misrê birêve diçe.

Hebîb ronî kir ku kombenda wan di sala 2004an de hatiye avakirin û ev yekemîn kongr e li dar dixe bi mebesta rêkxistina kombendê û hilbijartina desteyeke nû.

Hebîb bal kişand ku di kongrê de jibilî rêwresma vekirinê, 5 mijar dê bêne pêşkêşkirin ku ew jî:

- Kurd û ereb di çarçoveya welatên erebî de

- Têkiliya ereb û kurdan di çarçoveya fermî ya niştimanî li Iraqê de

- Kombend û girîngiya wê

- Xebata gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo mafên xwe yên rewa

- Amazîx û îslama siyasî

hm (AKnews)

Diğer Haberler