Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kongreya Awarte Ya “HAK-PARÊ”

Kongreya Awarte Ya “HAK-PARÊ”

04 Kasım 2012 Pazar 16:10
Bi Aşitî û dadmendî ve çareserkirina pirsgirêkan hat xwastin Li ankarayê, kongreya Hak-Parê tê kirin.

Li navenda Çand a Ankara Kocatepeyê Kongreya awarte ya partiya Hak-Parê dewam dike. Tê çaverê kirin ku serokê giştî Bayram Bozyel serokatiya xwe dê bide Kemal Burkay. Di kongreyê de li ser pirsgirêka kurd, zimanê dayikê û makeqanûna nû hate sekinandin.

Partiya Maf û Azadiyan,  5’emîn kongreya xwe ya awarte li navenda çand a Ankara Kocatepeyê li dar dixe.

Serokê giştî Bayram Bozyel û  Kemal Burkay, parlamenteren  berê yên  AK Partiyê Abdurrahman Kurt, Dengîr  Mîr Mehmet Firat û gelek delege beşdarî kongreyê bûn. ji derveyê Turkiyeyê jî  berdevkê serokomarê iraqê Mahmut Haci Salîh, berdevkê serokê herêma Kurdîstanê Safîn Dîzaî beşdar bûn.

Di kongreyê de serokê giştî yê partiyê Bayram Bozyel daxuyand ku wazîfeya wî ya 4 salan bi dawî bûye  Û piştî wî jî Kemal Burkay dê serokatiyê bigre ser xwe.

Bayram Bozyel di kongreyê de daxuyaniyên girîng da Bayram Bozyel got  ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan vekirina TRT Şeş û dayîna dersa bijarte, gavên girîng in lê ne bes in. Zimanê zikmakî, bi zagonê ve naskirina kurdan û zimanê fermî û  mekeqanûnek nû pêwist e.

Bayram Bozyel di derbarê sûriyê de jî got ji xeynî çûyina Esed tu rêyek din nemaye û ji bo kurdan jî pêwistî bi federasyona ku  statü dide kurdan  heye.

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler