Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Koreya Bakur Moşekê Ceriband

Koreya Bakur Moşekê Ceriband

12 Aralık 2012 Çarşamba 12:16
Koreya bakur, vê carê guh neda tu kesî û moşekên xwe yên bi navê Unhayê avêtin.

Piştre jî ragihand ku li ser moşekan uydu hebûn û ew gihîştin cîhên xwe. Ew moşekên ku 10 hezar kîlometre diçin, ji bo ku leza wan zêde bike hin parçe jêvedibin û Ev parçe jî, ketibûn behra Koreya başûr.

Parçeyekî moşekê yê din jî ketibû derdorê Fîlîpînlerê. Hêzên Koreya Başûr ên Behrê, niha li wî parçeyî digerin. Japonya û Koreya başûr jî îdîa kirin ku ev yek, ji bo karên leşkerî ceribandinek e.

Amerîka û Japonya jî aşkera kiribûn ku heke Kore moşekê biavêje, ew jî, dê moşekê bêxin.

Koreya bakur, meha avrêlê de jî moşekek menzîldirêj avêtibû lê negihîştibû armanca xwe. Bi vê avêtina xwe ya dawî jî, da pêşçavan ku guh nade hişyarkirinên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yêkbûyî.

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler