Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kovareke nû: PEYAM

Kovareke nû: PEYAM

19 Eylül 2012 Çarşamba 12:11
Kovareke nû bi navê “Peyam” ji jimara xwe ya yekem derkete pêşberî xwendevanên Kurd.

Kovareke nû bi navê “Peyam” ji jimara xwe ya yekem derkete pêşberî xwendevanên Kurd. Kovara Peyamê ji aliyê çend rewşenbîr û nivîskarên Kurd ve tê derxistin û armanca wan ew e ku zimanekî bi mijarên sivik û zimanekî zelal peyama xwe bigihînin xelkê Kurd.  Kovar xurû bi Kurdî ye.

Di vê jimarê de nivîsên curbecur ên li ser gelek mijaran hene.

Di nivîsa mutefekkirê Îranî Ebdulkerîm Sûrûş ya bi navê “Raman û Bingeha Sekularîzmê” de, nirxandineke ilmî û zanistî li ser sekularîzmê dike û fikrên xwe yên li serê tîne ziman. Nivîs ji hêla Lezgînê Çalî ve hatiye Kurdîkirin. Nivîsa “Alim û Şairekî Wenda: Siyahpoş” ku li ser jiyan, berhem û hunerê şairê mezin ê Kurd Siyahpoş disekine ya rewşenbîra ciwan Mehabad Hêlîn e.  Osman İzol di nivîsa xwe de li ser şîretên Loqmanê Hekîm sekiniye û di çarçova wan şîretan de hin nirxandin kirine.  Celîl Cewher, di nivîsa xwe de li ser jiyana Yûsuf Pêxember sekiniye û encamên ku divê ji wê hîkayê bêne girtin rave kirine. Yakup Aslan, di nivîsa bi sernavê “Bingeha Baweriya Me: Quran” de li ser ehemmiyeta Quranê disekine. Aslan, di nirxandinên xwe de bal dikşîne ser terkkirina Quranê.  Fikrî Amedî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Îslam” de çarçoveyeke fireh vedike û esasên dînê Îslamê bi ayet û hedîsan îzah dike.

Wekî din M. Ebdusselamê Şad, Emînê Botikî, Reşidê Hiritî, Mihemed Jiyan, Murad Celalî, Umîd Demîrhan, Abdulkadir Bingol, M. Xalid Sadînî jî bi nivîs û wergerên xwe û Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Siyahpoş, Şêx Nûreddînê Birîfkanî, Melayê Bateyî û Eliyê Herîrî jî bi helbestên xwe di jimara yekem a Peyamê de cih girtine.

Peyam

Zeyrek Mah. İtfaiye Cad. No: 17/3 Fatih İstanbul

Tel: 0212 5344830  Mail: kovarapeyam@gmail.com

Diğer Haberler