Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurd di KPSS’ê de bi ser ketin

Kurd di KPSS’ê de bi ser ketin

13 Ağustos 2012 Pazartesi 06:12
Bajarên kurdan ên li Tirkiyeyê ku di azmûnên ketina zanîngehê de hertim li dawiyê ne, di azmûna karmendiya dewletê (KPSS) de ketin pêş.

Çewlik, Kîlîs, Mûş, Êlih, Bedlîs, Agirî, Semsûr û Dêrsim di beşa Kultura Giştî de li pêş bûn. Lê gelek tirk li hemberî vê yekê tehamûl nakin û dibêjin “li van bajarên serkeftî kopya hatiye kişandin”.

Li Tirkiyeyê kesên ku zanîngeh diqedînin, bi azmûneke ji aliyê dewletê ve tê kirin, dibin karmendên dewletê. Kesên ku nekevin vê azmûnê nikarin memûrtiya dewletê bikin. Ji ber ku li Tirkiyeyê rêjeya betalan zêde ye, bi milyonan kes diçin dersxaneyê, şev û roj dixebitin û dikevin vê azmûnê. Bajarên li Bakurê Kurdistanê ku di azmûna ketina zanîngehê (OSS) de tim li dawiyê dimînin, di azmûna karmendiya dewletê (KPSS) de îcar bi ser ketin. Di beşa Kultura Giştî ya KPSS’ê de bajarên weke Sêrt, Çewlik, Kîlîs, Mûş, Êlih, Bedlîs, Agirî, Semsûr û Dêrsim bajarên herî serkeftî ne. Hêjayî gotinê ye di vê beşê de li ser erdnîgarî, dîrok û makeqanûnê pirs tên pirsîn.

Her wiha Sêrt di beşa Qabîleyata Giştî ya KPSS’ê de jî bû bajarê serkeftî. Hêjayî gotinê ye di beşa Qabîliyeta Giştî de jî li ser tirkî û matematîkê pirs tên kirin.

‘Tirk tehamûlê serkeftina kurdan nakin’

Li Tirkiyeyê malpera bi navê “memurlar.net” a karmendên dewletê ye û ji hemû malperan zêdetir tê şopandin. Bi milyonan şopgerên vê malperê hene. Di vê malperê de piraniya kesên ji Rojava (bajarên tirkan), li ser sekeftina kurdan şîrove kirine. Di van şîroveyan de pirsa “Kurd bi tirkî nizanin çawa dibe ku di vê azmûnê de bi ser ketine?” dikin. Her wiha kurd bi kişandina kopyayê tên sûcdarkirin û tê xwestin ev azmûn betal bibe. Hin şîrovekar jî vê serkeftinê bi KCK’ê ve girê didin û dibêjin KCK’ê beriya azmûnê pirsên ku dê derkevin li kurdan belav kiriye.

Azmûna Hilbijartina Karmendiya Dewletê (KPSS) ji xeynî mamostetiyê du salan carekê çêdibe. Bi vê azmûnê re mamoste û karmendên ku dê di sazî û dezgehên dewletê de bixebitin tên neqandin. Îsal milyonek kes ketibûn vê azmûnê. Ev azmûn bi angaştên kopyayê ketibû rojevê.(Rûdaw)

Diğer Haberler