Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurd gelê herî mezin ê bêdewlet in

Kurd gelê herî mezin ê bêdewlet in

06 Mayıs 2012 Pazar 17:52
Parlamentera Wanê Aysel Tugluk, bal kişand ku kurd li cîhanê gelê herî mezin in ku dewleteke wan tune ye.

Parlamentera Wanê Aysel Tugluk, bal kişand ku kurd li cîhanê gelê herî mezin in ku dewleteke wan tune ye û wiha got: “Em ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê xweseriya demokratîk weke rê dibînin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li Salona Civînê ya DESOB’ê, sempozyûmeke bi navê “Di Xweseriya Demokratîk de Aborî” da destpêkirin. Rêveberên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê û Yekitiya Odeyên Dikandaran, GUNSİAD jî tevli sempozyûmê bûn.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, di axaftina xwe ya sempozyûmê de bal kişand ku 40 milyon nifûsa kurdan heye û kurd li cîhanê gelê herî mezin ê bê dewlet e. Tugluk, diyar kir ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd 30 sal in li tirkiyeyê şerek tê meşandin, di vî şerî de 40 hezar mirov jiyana xwe ji dest dane û wiha got:
 

“Pirsgirêka kurd pirsgirêka demokrasiyê ye. Divê ji bo çareseriyê jî projeya demokratîkbûnê hebe. Projeya me Xweseriya Demokratîk e. Em neçar in vê projeyê bi awayeke baş bi gel bidin fêmkirin. Ji bo ku xweseriya demokratîk neyê fêmkirin, dezenformasyon û manîpulasyoneke pir mezin heye.” Tugluk, destnîşan kir ku xweseriya demokratîk welat perçe nake û bi vê projeyê dê civak demokratîktir bibe.

AKnews
 

Diğer Haberler