Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Kurd ji bo rûbirûbûna Dîcle hêzekê dirûst dikin’

‘Kurd ji bo rûbirûbûna Dîcle hêzekê dirûst dikin’

13 Kasım 2012 Salı 20:21
Rojnameya Awêne belav kir ku li beramberî fermandeya operasyonên Dîcle ya ji aliyê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ve, serkirdayetiya PDK û YNKê hewla dirûstkirina hêzekî bi navê operasyona Dîcle dane.

Li gor gotina çavkaniyeke wê rojnameyê, serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi rêya wezareta pêşmergeyan dixwazin ji bo rûbirûbûna operasyonên Dîcle hêza operasyonên Hemrîn dirûst bikin.

Rêveberê ragihandin û hişyarî yê wezareta pêşmergeyan Helgord Hîkmet di vê derbarê de ji Rûdawê re red kir ku navê hêza operasyonên bi navê Hemrîn be û ti navek lê nehatiye kirin. Hîkmet ji Rûdawê re got: “Wezareta pêşmergeyan ji bo parastin û rûbirûbûna her egerek ji aliyê fermandeya operasyonên Dîcle ve bê holê amadekariyên pêwîst dike. Êdî nayê qebûl kirin û lewra bi mîsogerî wê ev hêz ji bo parastin û rûbirûbûna li navçeyên veqetandî yên Herêma Kurdistanê bê dirûstkirin.”(Rûdaw)

Diğer Haberler