Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Kurd li Tirkiyeyê Kilît in!

Kurd li Tirkiyeyê Kilît in!

02 Eylül 2010 Perşembe 17:10
Altan Tan ku, di demên dawî de derbarî pirsgirêka kurd de dîtinên wî têne girtin, pêvajoya referandûma Tirkiyeyê, agirbesta ku PKKê îlan kiriye û li ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bi AKnewsê re axivî.
Siyasetmedar û nivîskar Altan Tan destnîşan kir ku, di referandûma guhertina Destûra Bingehîn a 12ê îlonê de kurd rola kilîlê dilîzin û domand, “Li gorî anketan dengên 'erê' û 'na' pir nêzî hev in. Ger Serokwezîr sibê di mitînga Diyarbekirê de gotinên dagirtî bike, dê sindoq dagirtî biçin. Lê ger gotinên vala bêje, sindoq wê vala biçin.”

Altan Tan ku, di demên dawî de derbarî pirsgirêka kurd de dîtinên wî têne girtin, pêvajoya referandûma Tirkiyeyê, agirbesta ku PKKê îlan kiriye û li ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bi AKnewsê re axivî.

Hun di referandûmê de li benda encamekî çawa nin, encamekî çawa dê derkeve?
 
altantanropAnket nîşan didin ku, dengên “erê” û “na” nêzî hev in. Lê ez dikarim vê bêjim; DÎtina min ev e ku, li Rojhilat û Başûrêrojhilat boykoteke mezin dê derkeve. Fikra min ev e ku, nîvê dengdêran dê neçin ser sindoqan.

Bi ya we, kurd dê roleke çawa bilîzin?

Niha kurdên Tirkiyeyê di hemû meseleyan de rola kilîlê dilîzin. Li Tirkiyeyê ji sedî 20 kurd hene. Di hilbijartinên dawî de ji vê sedî 20ê, 5.6ê dengên xwe dan BDPê. Piraniyan dengên xwe dan AK Partiyê. Ger kurdên metropolan nebêjin “erê”, di referandûmê de “erê” dernakeve. Ger derkeve bi yê wan dê derkeve.

Hevdîtinên bi Öcalan re di rojevê de ne. Hikûmet înkar dike…

Pêre axaftin asan e. Ya ne asan ev e; Serokwezîr dibêje “ez bi vî re rûnanim, bi wî re rûnanim, ev nabe, ew nabe.” Her tim topê davêje derve.

Di dema referandûmê de bi Öcalan re rûniştinê hûn çawa dinirxînin?

Bi hevdîtina Öcalan re xwestin dengên hemû kurdan bigrin. Xwestin dengên kurdên ku dengên xwe didin BDPê jî bigrin. Dema di çapemeniyê de cih girt, tirsiyan û şûnve gav avêtin.

Ger her tim paşve gav bête avêtin, dê ayendiya wê çawa be?

Ger wiha biçe hîç nabe. Pirsgirêk dê bikeve tengezari û welatî hem can û hem jî malên xwe wê winda bikin.

altantanropGer Öcalan bêje “Em gelê xwe serbest dihêlin”, encamekî çawa wê derkeve?

Öcalan dibeje, “Ger AK Partî gaveke erênî bavêje, baş e, lê ger navêje hûn dikarin 'Na' jî nîqaş bikin. Bila gel fêde û zirara vê nîqaş bike. Ger hûn ji gotinên AK Partiyê bawer in, ew tiştekî cûda ye, lê ger hûn bawer nakin, hûn dikarin bêjin 'na' jî.” Bi ya min ev yek bihêzkirina boykotê ye. Ji vê saetê şûndetir tişteke dîtir nabe.

AK Partî di pêvajoya referandûmê de ma dikare gavekî bavêje?

Xwezîka avêtibiya. Serokwezîr hê jî dibêje “tek milet”. Lê em dibêjin ku kurd neteweyek cûda ye, lê em dixwazin pevre bijîn. Ji nûve binavkirina hemwelatiyekî ku hemû aliyên civakê, bawermenidyên cuda û etnîsîteyên cûda bigre nava xwe pêwîste.

Serokwezîr sibê (3 îlon) beşdarî mitînga Diyarbekirê dibe. Ma hûn derbarî pirsgirêka kurd de li benda mesajên nû ne?


Ger di 3ê îlonê de tiştên baş bêje, gotinên dagirtî bike, em ê jî sindoqan dagrin. Lê ger gotinên vala bêje, sindoq dê vala biçin.

altantanropGer derbarî pirsgirêka kurd de gav neyê avêtin, agirbest xera dibe?

Em naxwazin agirbest xera bibe. Divê agirbest bidome, bi rêyên demokratîk têkoşîn bête meşandin.

Di çaraserkirinê de, dê rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî hebe?

Belê, rola Barzanî pir girîng e. Ev yek dê baş be. Kurdên Tirkiyeyê jî ji Barzanî hes dikin. Wek birayê xwe, wek xizmê xwe dibînin. Hem di warê demokratîkirina Iraqê de û hem jî di warê demokratîkirina Tirkiyeyê de, bo bêdengkirina çekan, helwest, gotin û siyaseta wî pir girîng e û ev yek dê kurdên Tirkiyeyê kêfxweş bike.

ALTAN TAN / PORTRE

Altan Tan, ji Midyada Mêrdînê ye û di sala 1981 de Fakulteya Mîmar û Muhendîsan a Enqereyê qedand. Kovarên wek Girişim, Sözleşme û Yeni Zemin derxistin. Di Partiya Refahê û HADEPê de siyaset kir. Bavê wî Bedii Tan, piştî derbeya 12ê îlonê li Zindana Diyarbekirê bi êşkenceyan jiyana xwe ji dest da. Bi navê “Kürt Sorunu” kitêbekî Tan hatiye weşandin.

AKnews

Diğer Haberler