Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurdan êrîşa li dijî Ehmed Turk şermezar kir

Kurdan êrîşa li dijî Ehmed Turk şermezar kir

21 Mart 2012 Çarşamba 23:56
Bi sedan BDP’î, êrîşa li hemberî Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk, li Diyarbekirê şermezar kir. Li dijî avahiya AK Partiyê jî bombeyeke deng hate avêtin û polîsek birîndar bû.

Diyarbekir 21 Adar  – Bi sedan BDP’î, êrîşa li hemberî Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk, li Diyarbekirê şermezar kir. Li dijî avahiya AK Partiyê jî bombeyeke deng hate avêtin û polîsek birîndar bû.

ErisaahmetturkBi sedan kes, ji bo şermezarkirina êrîşa polîsan a li hemberî Ehmed Turk, li ber avahiya BDP’a Diyarbekirê civiyan. Li vir dirûşma “Destê ku dirêjî EhmedTurk bûn, bila bişikên” hate berzkirin. Piştre Hevseroka BDP’a Diyarbekirê Zubeyde Zumrut ji girseyê re axivî.

Zumrut, êrîş bi tundî şermezar kir û AK Partiyê weke berpirsyara êrîşê nîşan da û destnîşan kir ku bi fermana Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Karê Hundir Îdrîs Naîm Şahîn polîsên tirk di Newrozê de êrîşeke hovane birine ser kurdan.

ErisaahmetturkZumrut, xwest 375 kesên di pîrozbahiyan de hatine binçavkirin, demildest serbest bên berdan.

Di dema ku daxuyanî dihate dayîn de, li ber avahiya AK Partiya Diyarbekirê ku nêzî BDP’ê ye, teqîneke mezin pêk hat. Piştre hate fêmkirin ku li hemberî AK Partiyê bi bombeya deng êrîşek pêk hatiye. Di êrîşê de polîsek birîndar bû.

AKnews
 

Diğer Haberler