Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurdekî keça xwe ji ber deynê qumarê firot!

Kurdekî keça xwe ji ber deynê qumarê firot!

03 Mayıs 2012 Perşembe 23:14
Li navçeya Sêwerekê ya Rihayê, kurdekî ji ber deynên qumarê keça xwe ya 13 salî firot.

3 Gulan  – Li navçeya Sêwerekê ya Rihayê li Kurdistana Tirkiyê, kurdekî ji ber deynên qumarê keça xwe ya 13 salî firot.

Li gorî nûçeya NTV, li navçeya Sêwereka Rihayê, piştî ku keça bi navê “ş.ç” ya 13 salî, roja 4 nîsana îsal ji nişka ve wenda bû, dayika wê polîs agahdar kir.

Piştî lêgerîn û lêkolînên polîs, hat zanîn ku keçik li ba kesê bi navê Mehmet Karamus e. “ş.ç” di lêpirsînê de got, bavê wê ew bi zorê daye Karamus.

Karamus, jî got, bavê Ş.Ç, ji ber deynên xwe yên qumarê daye min û min bi darê zorê ew nerevandiye.

Dadgehê, Karamus bi hêceta ku “revandina keçek biçûk”, “zeftkirin” û “îstismara cinsî” şand zîndanê.

sm AKnews
 

Diğer Haberler