Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurdên Amerîkayê li pêş Koşka Sipî xwe nîşandan

Kurdên Amerîkayê li pêş Koşka Sipî xwe nîşandan

24 Temmuz 2012 Salı 17:44
Kurdên ku li paytexta Amerîkayê, Washingtonê dijîn di xwepêşandanekê de, li pêş Koşka Sipî kom bûn.

Li gorî tora nûçeyan VOA ya amerîkî, xwenîşanderên Kurd bi vê xwepêşandanê xwest ku tundûtûjiya hikûmeta Tirkiyê ya dijî siyasetvanên Kurd şermezar bikin. 

Xwenîşanderan herwiha, bang li rêveberiya Obama kir ku nema firokeyên ajokar (Drone) ku di bûyera Roboskê de hatibûn bikaranîn, bifroşin hikûmeta Tirkiyê.

​​Di xwepêşandanê de, gelek gotar hatin peşkêşkirin û jimareyeke pankart hatine bilind kirin ku piştgirî didan BDP û nûnerên Kurd yên hilbijartî û herwiha, rexne li siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya dijî Kurdan dikir.

​​Nûnerê BDPê Sînan Onal herwiha mînaka Afrîkaya Başûr da ku çawa rejîma Apartheid ya Sipiyan bi Nelson Mandela re danûstandinên aştiyê kiriye. Wî got, dive hikûmeta Tirk careke din dest bi danûstandinên ligel Abdullah Ocalan bike û pirsa Kurdî bi rêyên aştiyê çareser bike.

​Xwepêşanderan herwiha silavên xwe şandin Kurdên Sûriyê ku bi yekdengî bajarên xwe ji rejîma Beşar Esed rizgar dikin.

Di xwepêşandanê de Kurdên ku ji eyaletên New York, New Jersey, Connecticut, Massachusetts û Philadelphia hatin jî amade bûn.

​​Hêjayî gotinê ye ku jimareyeke giring ya xwepêşanderan ji Kurdên Iraq, Îran û Sûriyê pêk dihat.

Gelek Amerîkî jî xwepêşandana Kurdan ji nêzîk ve şopandin û gelek wêneyên xwepêşandanê girtin.

Xwepêşandana pêş Qesra Sipî nêzîkî 2 demjimêran dom kir û xwepêşandana bi sirûda netewî “Ey Reqîb” bi dawî hat.

AKnews

Diğer Haberler