Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurdên Bakur ji bo alîkariya kurdên Rojava seferber bûn

Kurdên Bakur ji bo alîkariya kurdên Rojava seferber bûn

11 Nisan 2012 Çarşamba 20:53
Komîteya Piştgiriya Kurdên Sûriyê ya Diyarbekirê, ji bo piştgiriya penaberên kurd ku ji Sûriyê hatine Nisêbîn û Qosera Mêrdînê pakêtên alîkariyê dişînin.

Diyarbekir 11 Nîsan – Komîteya Piştgiriya Kurdên Sûriyê ya Diyarbekirê, ji bo piştgiriya penaberên kurd ku ji Sûriyê hatine Nisêbîn û Qosera Mêrdînê 11 pakêtên alîkariyê dişînin.

Komîteya Piştgiriya Kurdên Sûriyê ya Diyarbekirê ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), BDP, HAK-PAR, KADEP, OSP, Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd (TDŞK), GUNSÎAD û Grûba Diyalogê ya Dîcle Firatê pêk tê. Her wiha hiqûqnas Sidki Zîlan jî di nava kar û xebatên komîteyê de cih digre.

Komîte ji bo kurdên ku ji Sûriyê penaberê Nisêbîn û Qosera Mêrdînê bûne, dest bi seferberiya alîkariyê kir. Hemû şaredariyên li Diyarbekirê û kesên di komîteya piştgiriyê de, bi pêşengiya Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş 100 pakêtên alîkariyê amade kirin. Şandeya komîteyê dê îro van pakêtên alîkariyê ku ji zexîreyê pêk tê, bibin Nisêbîn û Qosera Mêrdînê.

Li ser navê komîteyê Berdevkê Grûba Diyalogê ya Dîcle Firatê Mihyedîn Batmanli, derbarê alîkariya ku berhev kirine re, ji AKnewsê re wiha got:

“Me bi alîkariya Şaredar Abdullah Demîrbaş û hemû şaredariyên li Diyarbekirê pakêtên alîkariyê amade kir. Em ê îro van pakêtan bi hev re bibin, teslîmê penaberan bikin. Alîkariya me dê ji niha û şûnde jî berdewam bike. Em ê pirsgirêk û pêdiviyên kurdên Rojava li cih tespît bikin û alîkariyên ji vir û şûnde li gorî van tespîtan bikin.”

Batmanli, diyar kir ger koçberiyeke zêdetir çêbibe, ew amade ne wan pêşwazî bikin, li wan xwedî derkevin. Batmanli, ji bo alîkariyeke bi rêk û pêk banga xwedîderketina li kurdên Sûriyê li hemû kurdan kir.

AKnews
 

Diğer Haberler