Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurdên li Sultandagiyê amadekariyên derketinê dikin

Kurdên li Sultandagiyê amadekariyên derketinê dikin

02 Ocak 2013 Çarşamba 11:45
Rageşiya piştî şerê di navbera du koma de bi sedema "rê bide" li navçeya Sultandagi ya Afyonê de qewimî û Orhan Şahîn di encama şer de jiyana xwe ji dest da berdewam dike.

Piştî mirina Şahîn koma bi navê "Vatansever (welatparê)" li navçeyê êrîşî kurdan dike û kurdên li navçeyê ewlehiya canê wan nemaye jî amadekariyên ji navçeyê koç bikin, dikin.

Li navçeya Sultandagiyê ya Afyonê di 28'ê kanûna 2012'an de di navbera du koman de bi hinceta "rê bide" şer qewimîbû û di şer de keskî jiyana xwe ji dest dabû û 2 kes jî birîndar bibûn. Piştî xwendekarê zanîngehê Orhan Şahîn (18) jiyana xwe ji dest da li navçeyê li hemberî kurdan êrîş pêk hatin. 8 malên kurdan ên li taxa Pazaraltiyê hêj di bin dorpêça polîsan de tê girtin. Ji ber êrîşan 8 malên bi giştî şêniya wan 80 kesin di heman malê de û bi hev re dimînin. Piranî bi karkeriya înşatê debara xwe dikin û zarokên wan naçin dibistanê. Hate ragihandin ku, 12 xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Afyonê dixwendin bi hinceta ewlehiya canê wan tuneye dibistan berdan û vegeriyan bajarên xwe.

MALBATÊN KURD BIRYARA DERKETINÊ DAN

Malbatên Kurd ên 20 sal berê ji ber pirsgirêkên aborî ji Wan, Bedlîs û Mûşê hatin li navçeya Sultandagiyê bi cih bûn ji ber êrîşê diltirsin. Qeymeqamê navçeyê ji 8 malên malbat lê dimînin 300 hezar TL. qîmetê lê dide. Malbat jî ji ber ewlehiya canê wan tuneye biryara ji navçeyê biçin girtin. Tê gotin Qeymeqam, Walî û midûrê polîsan ji koma bi navê "Vatansever" re gotin dê malbatên Kurd ji vir bişînin. Êrîşên komê yên li hemberî kurdan berdewam dikin. Malbatên Kurd diyar kirin ku, êrîş nayên astengkirin û di derbarê wan de biryara "sirgunê" dan. Malbatên Kurd anîn ziman ku, di şerê kesayetî de mirina Orhan Şahîn ji wan re hate hesibandin.

Malbata Kiran Ya ku ji mirina Orhan Şahîn berpirsiyar tê girtin, tê gotin dê 50 hezar TL. perê xwînê bidin malbata Şahîn. Malbatên kurd ên li navçeyê amadekariya çûnê dikin.(ANF)


 

Diğer Haberler