Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurdên Sûriyê ji encama destêwerdanên Kurdistanî ditirsin

Kurdên Sûriyê ji encama destêwerdanên Kurdistanî ditirsin

18 Haziran 2012 Pazartesi 23:40
Lihevnekirina hêzên kurdên Sûriyê li ser têgihiştina serdema niha, tirs û dilgiraniyek durist kiriye ku bandoreke nerênî li ser piştgiriya daxwazên kurdan bike.

Tê zanîn ji destpêka şoreşa Sûriyê de hêzên dijbereya (opozisyona) Sûrî daxwaz û mafên kurdan bi aşkerayî qebûl nekirine û gelek nêrîn û helwestên dijber ji aliyê kesayetiyên opozisyona Sûriyê de hatine dayîn.

Li hember dijbereya Sûrî ku piştgiriyê ji gelek dewletên herêmî û ereb ve werdigirin, kurdên Sûriyê tenê ji aliyê hinek hêzên Kurdistanî ve tê piştgirtin. Ev yekî jî bûye cihê nîgeraniya gelek kesan ji kurdên Sûriyê ku hêzên Kurdistanî li gor berjewendiyên xwe tevbigerin û rewşa kurdên Sûriyê berçav nebin.

Li gor ajansa Rojavayê Kurdistanê ya nûçeyan Mîdyanewsê, Serokê Nivîsgeha Peywendiyên Giştî yê Şepêla Paşerojê Rêzan Şêxmûs got, “Kolana kurdî şerpeze bûye di navbera milmilane û nakokiyên partiyên li hindur û destêwerdanên Kurdistanî û herêmî.”

Şêxmûs tekez kir ku hemû alî ji ber şerpeze û dabeşbûna kolana kurdî ve berpirs in û bi taybet bijardeyên siyasî, rewşenbîrî û ramyarên çalak, her wiha çîna ku ta niha bêdeng maye. Divê hemû berengariya helperest û çeteyên şoreşê bikin.”

Herwiha sebaret yekrêziya kurdan Şêxmûs got, “Me gelek caran hewl da ku em kolana kurdî bikin yek û bi taybet di roja şehîdê kurd de 12 adara borî de, lê mixabin, lê hevrêzên ENKSê ew bizav têk dan.”

Kurdan gaveke baş avêtin û Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) di encama Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de hate damezrandin ku di 26ê cotmeha 2011ê de, bi beşdarbûna kesayetiyên serbixwe û nûnerên piraniya partiyan û hinek hevrêzên ciwanên çalak, saz bû.

Lê bi tevî wê pêngavê, partiyên kurdên Sûriyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Şepêla Paşerojê, Hevgirtina Gel li derveyî ENKSê man, û PYDê bi serê xwe Encûmena Gel damezrand.

Ji aliyê xwe ve, Endamê sekreteriya ENKSê Feysel Yûsif ji Mîdyanewsê re got, “Encûmena me hewl dide kolana kurdî berev hev bihêne, lê nelihevkirina li ser dirûşmeyan bûye sedema derketina bêtirî xwepêşandanekê di heman demê û li heman cihî.”

Yûsif got “Kolana kurdî bi giştî lihevkirî ye di vê qonaxê de, bi tevî derketina bêtirî xwepêşandanekê, ev çi bandorê li ser daxwaz û armancên gelê me nake.”

Bi tevî lêktêgihiştina di navbera Encûmena Gel û ENKSê de, PYDê siyaseteke takrewî li herêmên kurdan birêve dibe, ev jî bûye sedema nakokî û nelihevkirina aliyên kurdî û hinek caran gihiştiye asta bikarhênana çekan li hember hev, weku bûyerên herî dawî li herêma Efrînê.

Kurdên Sûriyê ku hejmara wan ji 3 milyonan zêdetir e. Ji aliyê cografîk ve, li 3 herêman belav in, Efrîn û Cizîr, Kobanê, her wiha li her du bajarên mezin Şam û Helebê hejmareke berçav a kurdan niştecî bûne.

hr (AKnews)

Diğer Haberler