Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurdên Sûriyê pêşniyazên çareseriyê pêşkêş dikin

Kurdên Sûriyê pêşniyazên çareseriyê pêşkêş dikin

28 Ağustos 2012 Salı 22:31
Endamekî komîteya Peywendiyên Derve yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku wan çend pêşniyazên çareseriyê bo dijbereyê (opozisyonê) û Komkara Ereb pêşkêş kirin.

Mihemedê Mûsê Endamê Komîteya Peywendiyan yê ENKSê ji AKnewsê re ragihand, "Şandeke kurd di gotûbêj û civînên dijbereya Sûriyê de li Qahîreyê hazir bû û çend pêşniyaz sebaret çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê pêşkêşî Komkara Ereb kir."

Mûsa got, "Kurd pêkhateyeke serekî ye ji gelê Sûriyê û cihê me di nava Sûriyê de û mafê me di çarçoveya niştimana Sûriyê de ye."

Mûsa got wan ji Komkara Ereb daxwaz kir palpiştiya dijbereyê bike bo pêkhênana serkeftinê û ji bo çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê wan çend pêşniyaz pêşkeş kirin.

Hêjayî gotinê ye, kurdan di hezîrana borî de ji Kongreya Opozisyona Sûriyê ya li Qahîreyê ji ber redkirina daxwazên wan ji aliyên hinek aliyê dijber ve, xwe vekişandin.(AKnews)

Diğer Haberler