Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurdî di dibistanên Rojavayê Kurdistanê de dibe fermî

Kurdî di dibistanên Rojavayê Kurdistanê de dibe fermî

15 Eylül 2012 Cumartesi 17:20
Tevgera Ziman û Perwerdehiyê (TZP) ya Rojava, diyar kir ku dixwazin li seranserê Rojavayê Kurdistanê zimanê kurdî di dibistanan de bi awayekî fermî wekî waneyek bingehîn û banga serferberiya perwerdehiya bi kurdî kir.

TZP Rojava, derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. TZP Rojava diyar kir ku Kurdistan hatiye parçekirin û di bin nîrê koledariyê de tê perçiqandin, girêdayî vê yekê ziman, çand û dîroka gelê kurd hatiye bişaftin. TZP Rojava destnîşan kir ku bi despêkirina têkoşîna rizgariya netewî re rewşa gelê kurd hatiye guhertin û di vê rê de gelek bedêlên mezin hatine dayîn.

'Xwedî derketina li nirxên xwe, erka hemû kesan e'

TZP Rojava destnîşan kir ku li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê di bin navê xweseriya demokratîk de pêş dikeve û ber bi serkeftinê ve diçe. TZP Rojava diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê jî pêvajoya şoreşê tê jiyandin û bibîr xist ku gelê li Rojava, di bin bana Desteya Bilind a Kurd de bûye yek, her wiha di her warî de rêxistinên xwe ava dike û gav bi gav xweseriya demokratîk ava dike. TZP Rojava diyar kir ku di rewşekî wiha de xwedî derketina li nirxên xwe, erka hemû kesan e.

Li her derê seferberiya perwerdehiya kurdî

TZP Rojava destnîşan kir ku ji bo pêkanîna van tiştan zanabûnek kûr û perwerdeyek bingehîn pêwîst e û diyar kir ku Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ji niha ve dest bi xebat û amadekariya perwerdehiya bi zimanê Kurdî kiriye. TZP Rojava wiha berdewam kir: "Saziya ziman li tevayî bajarên ji bin destê rejîmê hatine rizgarkirin û bajarên din ên welatiyên me lê dijîn dest bi xebatên perwerdehiya bi kurdî kiriye. Li her bajarekî bi dehan û sedan mamoste û ciwanên me ji bo fêrbûna zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî tên perwerdekirin û ji bo mamosteyî tên pêşxistin."

Banga xwedî derketina li kurdî

TZP Rojava der barê armancê de jî wiha got: “Armanca me ew e kû li seranserê Rojava di dibistanan de zimanê kurdî bi awayek fermî wekî waneyek bingehîn û sereke bidîn destpêkirin. Bi vê boneyê erêkirina Desteya Bilind ya Kurdên Rojava her wiha tevlîbûn, alîkarî û piştgiriya her malbatekê pir girîng e. Erk û berpirsyariya vê perwerdeya bi zimanê kurdî, dikeve ser milê hemû rewşenbîr, hûnermend û kesayetên pêşverû." TZP Rojava di dawiya daxuyaniyê de banga, "Werin em bi hev re seferberiya perwerdeya bi zimanê Kurdî bidin destpêkirin, pêşengiya wê bikin û serkeftinê misoger bikin" li hemû kesan kir.(Rûdaw/ANF)

Diğer Haberler