Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurdî, Ne Biyanî Zimanê Zikmakiye

Kurdî, Ne Biyanî Zimanê Zikmakiye

13 Haziran 2012 Çarşamba 11:24
Hevseroka BDP ê Gulten Kişinak bertek nîşanî dersa bijarte ya zimanê Kurdî da.
Kişanak got “bi şikleke zimanê biyanî, hînkirina zimanê dayikê, zilmek mezin e. Ji vê mezintir zilm tuneye.”
 
Serokwezîr Recep Tayîp Erdoğan eşkere kir ku kurdî dê bibe dersa bijarte. Bala raya giştî zivirî ser BDPê ku gelo dê çava binirxîne? Lê ji BDPê bertek hat.
 
Alîkara Serokê BDPê Gulten Kişanak anî ziman ku, Kişanak got “Bi şêwazeke zimanê biyanî, hînkirina zimanê dayikê, zilmek mezin e. Ji vê mezintir zilm tune ye.”
 
Kişanak wiha got: “Serokwezîr dibêje me dev ji asîmîlasyonê berdaye. Lê belê ji alîyê din ve dibêje bi zimanê zikmakî perwerdehî nabe, dê Türkiyeyê peçe bike. Ji bo vê jî, kurdi divê bibe dersa bijarte. Dersa bijarte di pergala hukuka heyî de bi tenê weke zimanek biyanî tê hîn kirin. Ji bo vê jî weke zimanek biyanî hînkirina zemanê zikmakî zilmek mezintir tuneye. Wek mînak Serowezir Erdoğan dikare kurdî, weke dersek bijarte werbigre. Ev diştek demokratîk e. Bila kurdi bibe dersek bijarte, serokwezir û wezîr jî bila kurdi  weke zimanek biyanî  hîn bibin. Heke zimanê zikmaki nebe zimanê perwerdehî, nifşên nû nikarin vê zimanê hîn bibin.”
 
Xeber: Miheme (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler