Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurdistan: 3 - Morîtanya: 1

Kurdistan: 3 - Morîtanya: 1

17 Mayıs 2012 Perşembe 15:05
Tîma fûtbolê ya Kurdistanê, di çarçoveya şampiyoniya navdewletî ya Filistîn û di yekemîn yariya xwe navdewletî de, li tîma Morîtanya bir û serkeftinek girîng bi dest xist.

Tîma fûtbolê ya Kurdistanê, di çarçoveya şampiyoniya navdewletî ya Filistîn û di yekemîn yariya xwe navdewletî de, li tîma Morîtanya bir û serkeftinek girîng bi dest xist.

Di roja duyemîn a hevrikiyên şampiyoniya navdewletî ya Filistînê li bajarê Bîre de, tîma Kurdistanê li yarîgeha Macid Esed, bi tîma Morîtanya re lîst.

Di yariyê de, tîma Kurdistanê bi encama 3-1 li Morîtanya bir û yekemîn serkeftina xwe di şampiyoniyê de bi dest ve anî.

Yekemîn gola Kurdistanê ji aliyê lîstikvanê Morîtanya ve hat lêdan, gola duyem ji aliyê Karzan Ebdula û ya sêyem jî ji aliyê Beyar Ebûbekir ve hat lêdan. Gola Morîtanya jî ji aliyê Îsmaîl Ceksî ve hat lêdan.

Hat zanîn, tîma Kurdistanê dê roja şemiya bê bi tîma Endoneziya re bilîze.

AKnews
 

Diğer Haberler