Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Kurdistan ava dibe û sînorên Rojhilata Navîn diguherin’

'Kurdistan ava dibe û sînorên Rojhilata Navîn diguherin'

19 Aralık 2012 Çarşamba 14:22
Li gor reporteke sixûrî ya dezgehên Amerîkî heta sala 2030 li cîhanê û li Rojhilata Navîn gellek rûdanên balkêş tên texmînkirin ku di nava wan de avakirina Kurdistanê jî heye.

Ji aliyê dezgehên sixûrî yên Amerîkî ve 5 salan carekê bi navê “Senaryoyên pêşerojê reportek hat ragihandin. Rapora bi navê “Rûdanên Gerdûnî 2030: Cihanên Alternatîf ku ji aliyê Konseya Sixûrî ya Netewî ve hatiye amadekirin, bûyerên ku di 17 salên dahatû de rûbidin, destnîşan dike. Li gor reporta navborî du senaryo hene ku yek baş e û ya din jî xirab e. Li gor senaryoya baş Amerîka, Ewropa û Çîn wê serkêşiya Cîhanê bikin û li gor senaryoya xirab jî wê di nava dewletan de alozî û nakokî derkevin. Report cih dide Tirkiyeyê û bilindbûna egera dewleteke kurdî jî û tê gotin ku avakirina dewleta Kurdan wê yekîtiya Tirkiyeyê hilwesîne û ji bo rêliber girtina vê yekê jî “hevkariya dewletan destnîşan dike. Report derbarê Kurdistanê de ev agahî dide: “Kurdistaneke mezin wê ji bo yekîtiya Tirkiyeyê bibe metirsî û herwiha ji bo dewletên cîran jî dibe alozî. Li Rojhilata Navîn wê bi damezirandina Kurdistanê sînorên dewletan jî bên guhertin. Di reportê de herwiha behsa demografiya Kurdan jî tê kirin li Bakurê Kurdistanê. Tê gotin ku heta sala 2030 wê her jineke kurd bi kêmanî çar zarok bîne dinyayê û ev hejmar jî wê metirsiyên siyasî derxîne pêş.(Rûdaw)

Diğer Haberler