Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurdistan û Îranê 4 girêbest îmze kirin

Kurdistan û Îranê 4 girêbest îmze kirin

23 Mart 2012 Cuma 14:17
Serokê Yekîtiya Hawirde û Nardinkarên Herêma Kurdistanê aşkere kir ku wan 4 girêbestên bazirganî digel şandeke parêzgeha Mazinderan a Îranê îmze kirine.

Silêmanî, 23 Adar – Serokê Yekîtiya Hawirde û Nardinkarên Herêma Kurdistanê aşkere kir ku wan 4 girêbestên bazirganî digel şandeke parêzgeha Mazinderan a Îranê îmze kirine.

Mistefa Ebdirrehman ji AKnewsê re daxuyand, “Li ser vexwendina Parêgzarê Mazinderan a Îranê, şandeke yekîtiya me heftiya borî serdana bajarê Mazinderan kir.”

Ebdilrehman amaje kir ku şanda wan serdana cihên dîrokî, geştyarî, mûzexane, kargeh û kêlgehên perendeyan û gelek cihên din ên wî bajarî kir.

Ebdilrehman aşkere kir ku di serdanê de, 4 girêbestên bazirganî navbera şanda Herêma Kurdistanê û xwediyên kompaniyên Îranê di warên mêwe, berhemên çandiniyê, avakirin, geştyarî, gul û geya hatine îmzekirin.

(AKnews)

Diğer Haberler