Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Kurdistana duyemîn tê damezirandin’

'Kurdistana duyemîn tê damezirandin'

22 Temmuz 2012 Pazar 14:18
Ev bi rojan in li rojavayê Kurdistanê bûyerên dîrokî diqewimin û bajarên kurdan tên rizgarkirin.

Ev bi rojan in li rojavayê Kurdistanê bûyerên dîrokî diqewimin û bajarên kurdan tên rizgarkirin. Lê belê digel ku ev pêşveҫûn yek ji rojevên sereke yên Rojhilata Navîn e, bi taybetî medyaya tirk van bûyeran ji nedîtinî ve tê. Rojnameya Taraf ev helwest îro şikandiye û bi sernivîsa "Kurdistana duyemîn tê damezirandin" raportek berfireh di derbarê pêşdeҫûnên li rojavayê Kurdistanê weşandiye.

Rojnameya Taraf a ku ev nûҫe bi îmzeya Mehmet Aksakal weşandiye, balê dikişîne ser bajarên ketine di destên kurdan de û vê agahdariyê dide xwendevanên xwe: "Bajarên nêzîkî sînorên Tirkiyeyê Kobanê, Efrîn û Cindires, Amudê û Tirbespî kete destê PYD a nezîkî PKK´ê... Digel li Qamişlo, Serê Kaniyê û Dêrikê birêveberiya fermî ne di destê kurdan de ye jî, lê kontrol di bin destê kurdan de ye."

Heman rojname cih dide daxuyaniyên hevserokê PYD´ê Salih Muslim ên di derbarê sedemên vê pêngava kurdan de û herwiha xwendevanên xwe bi damezirandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) agahdar dike.Taraf dibêje "Serkêşê vê hewla wekî rewşa Kurdistanek biҫûk dixuye PYD ye" û di berdewamiyê de nûҫeyên ev bi rojan in di dezgehên ragihandinê yên kurdan têne belavkirin dubare dike.

Li ser sînor leşkerên kurd rawestiyane

Heman rojname xwe disipêrê ҫalakvanê mafê mirovan ê kurd, Hafiz Evdilrehman jî û balê dikişînê ser derdora 700 leşkerên kurd ên ji Rojava ku li ser sînorên başûrê Kurdistanê sekinîne û van gotinên Evdilrehman dide: "Ger birêvebereriya bajarên Qamişlo û Serê Kaniyê radestî kurdan neyê kirin, wê herin alîkariya kurdan."

Rojnameya Tarafê di nûҫeya xwe de behsa hevkariya kurdan li rojavayê Kurdistanê jî dike û wisa pê de diҫe: "Deverên ketine di bin destên kurdan de, birêveberî di bin destê PYD´ê de dixuyê. Ҫavkaniyên herêmî vê yekê wekî lihevhatineke di nava hêzên kurd de destnîşan dikin û hêzên din ên kurd ên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pêşveҫûnên heyî dişopînin. Heman ҫavkanî diyar dikin ku hêzên PYD û ENKS zêde li hemberî hev nayên."

Rûdaw

Diğer Haberler