Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Kurt: Dewleta Tirkiyê enqest newroz qedexe kir

Kurt: Dewleta Tirkiyê enqest newroz qedexe kir

22 Mart 2012 Perşembe 00:03
Parlamenterê BDPê yê Colemêrgê, Adil Kurt, di pîrozbahiya newrozê de diyar kir, berpirsê bûyerên ji ber pîrozbahiyên newrozê rû dane, dewleta Tirkiyê ye, ji ber ku dewletê “enqest” ev yek kiriye.

Colemêrg, 21 Adar – Parlamenterê BDPê yê Colemêrgê, Adil Kurt, di pîrozbahiya newrozê de diyar kir, berpirsê bûyerên ji ber pîrozbahiyên newrozê rû dane, dewleta Tirkiyê ye, ji ber ku dewletê “enqest” ev yek kiriye.

Cejna Newrozê, îro li bajarê Colemêrgê jî hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de, parlamenterê Colemêrgê, Adil Kurt, şaredarê Colemêrgê, Fadil Bedirhanoglu, endamê meclisa ÎHDê Şevket Akdemîr û bi hezaran kesên din beşdar bûn. Mêvanên biyanî jî amade bûn.

Xwepêşanderan, li ser pankartan, sloganên li bara qebûlkirina nasnameya kurdî, mafê perwerdeya zimanê dayikê, dayîna statûyeke siyasî bo Kurdistanê û şermezarkirina êrişa li dijî Ehmed Turk nivîsîbûn.

Adil Kurt, axaftinek kir û got, ji xwe me dizanîbû dê bûyer biqewimin, ji ber ku dewletê enqest pîrozbahiya newrozê qedexe kiribû ku tiştên wiha rû bidin.

Kurt, diyar kir, gelê kurd nasnameya xwe dixaze, zimanê xwe dixaze, yanê dixaze pirsa kurdî çareser bibe lê hinek naxazin ev pirs çareser bibe û dixazin kurdan tune bikin.

Pîrozbahî bi mûzîk û govendê dom kir.

AKnews
 

Diğer Haberler