Newepel de nuştoxê neweyî
Hûmara 96. ya Newepelî Vejîya. Nuştoxanê na hûmare ra Sedef Kandemir, Newal Nupel, Ferîd Îbrahîm Sevinç û Meral Güntaş reya verên a ke Newepel de dest bi nuştişê kirdkî kenê.
Wêjeya kirmanckî û  Seyda Melle Ehmedê Xasî
Nivîskar-lêkolîner Roşan Lezgîn, Ehmedê Xasî wek destpêka wêjeya kirmanckî bi nav kir û got ew him zanayekî olî him jî zanayekî felsefeyê bû û bi 4-5 zimanan dizanîbû.
Kürdistan Kamuoyuna [Sıdkı ZİLAN]
Kürdistan İslami Hareketi (AZADÎ) eski Genel Sekreteri, Evet-Hayır Kampanyası ve diğer konulara ilişkin basın açıklaması yaptı.
Leşkerên tirk gule barandine gundekî Licê

Leşkerên tirk gule barandine gundekî Licê

25 Şubat 2017 Cumartesi 13:52
Tê îdiakirin ku leşkerên tirk li gundê Heragê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê gule barandine. Di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.

Walîtiya Amedê li 10 gundên Lîcê, Farqîn û Pasûrê bi hinceta  operasyona  leşkerî duh qedexeya derketina kolanan îlan kir.

Piştî vê yekê  hat îdiakirin ku leşkeran gule reşandine ser gundê Herag a Liceyê û di encamê de welatiyekî bi navê Celal Gozen jiyana xwe ji dest daye. Herwiha welatiyek navê wî nehate zanîn jî birîndar bûye.

Cenazeyê Celal Gozen û welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Weqfa Halis Toprak a Lîceyê û ji vir jî bi helîkoptera leşkerî ve birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargil a Amedê.

Malbata Gozen ê  ji bo cenaze werbigirin serê sibehê hatin nexweşxaneyê mînaka xwînê dan.

krd.sputniknews.com

Diğer Haberler