Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Afyonê dîsa êrîşî malên kurdan kirin

Li Afyonê dîsa êrîşî malên kurdan kirin

30 Aralık 2012 Pazar 18:31
Piştî ku ciwanên kurd û tirk li navçeya Sultandagi ya Afyonê pev çûn û di şer de ciwanek tirk jiyana xwe ji dest da, di merasîma cenazeyê wî de êrîşî malên kurdan kirin.

Aloziya li Navçeya Sultandagi ya Afyonê berdewam dike. Pêr êvarê di navbera ciwanên kurd û tirk de pevçûn derket. Di pevçûnê de ciwanek tirk bi navê Orhan Şahîn jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn. Heman şevê komeke êrîşî mal, dikan û wesayîtên kurdan kir. Îro jî, merasîma cenazeyê ciwanê tirk hebû. Kurdên li Sultandagiyê ku agahî dan Rûdawê, diyar kiribûn ku ji bajarên derdorê gelek kes anîne navçeyê û amadekariya êrîşa li hemberî kurdan dikin. 

Komeke ji 700-800 kesan pêk dihat êrîşî malên kurdan kir'

Bûyerên ku di nav kurdan de bûn sedema fikaran, îro qewimîn. Piştî merasîma cenaze, li Taxa Çîftlîkê komeke qelebalix, êrîşî 2-3 malên kurdan kir. Welatiyek ku ji navçeyê agahî da Rûdawê, da zanîn ku di encama êrîşê de mirî an jî birîndar tunene û wiha got: "Lê zirar dane mal û wesayîtên kurdan. Nahêlin em herin hawara wan. Polîsan destpêkê ew neparastine, lê piştre mudaxaleyî wan kirine. Komeke ji Afyonê hatiye, jê re dibêjin 'Vatan Kardeşler'. Pir qelebalix bûne. Bi qasî 700-800 kesî bûne. Di destê wan de alên tirk hebûn. Slogan diavêtin. Digotin 'Emê vê derê ji kurdan re bikin gor', 'Bimre gerîla', 'Bimre PKK', 'Bila kurd bicihimin' avêtin. Ne Walî, ne jî Qeymeqam, kes nehat bi me re mijûl nebû. Em li vir neçar in."

'Nûçeya Rûdawê bala çapemeniyê kişand ser me'

Welatiyê kurd destnîşan kir ku piştî nûçeya Rûdawê, gelek kes li wan geriyane û wiha got: "Niha jî Jammer digerin, nahêlin dengê me here kesî. Niha em di bin parastina polîsan de ne. Em ê ji niha û pê de li bendê bin ka çi dibe. Ger ku ev êrîş berdewam bikin, em ê jî çareseriyek bifikirin. Bi ser me de werin, em ê bersiv bidin wan. Em terka vê derê nadin. Ji xwe em carekê koçber bûne, em careke din sirgûn bibin?"

Diğer Haberler