Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Amedê bi 4 zimanan stran deng vedan

Li Amedê bi 4 zimanan stran deng vedan

27 Eylül 2012 Perşembe 16:38
Di 1emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê de stranên kurdî, tirkî, lazî û hemşînî di bin stêrkên yek ezmanî de gihîştin hev.

1emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şaredariyên Yenîşehîr, Sur, Peyas û Rezanê ve tê organîzekirin di roja duyemîn de bi konserekê berdewam kir. Di konsera li Qada Batikentê de, stranên kurdî, tirkî, lazî û hemşînî hatin gotin. Bi hezaran kesan qada konserê dagirt.

Ribabê deng veda

Di konserê de ewil Koma Newaf a ji Nisêbînê hat, bi ribabê konserek da û girse coşand. Piştre Hevseroka BDPa Amedê Zubeyde Zumrut axivî û got "Gelê kurd bi tecrîd û operasyonên siyasî û leşkerî naqede. Têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye."

Piştî axaftinê peyama girtiyên PKK û PJAK'î yên dest bi çalakiya gireva biçînbûnê kirin hat xwendin.

Stranên lazî hemşînî û tirkî

Piştre hunermend Rênas Amed, Koma Grava Rojê û herî dawî jî Hunermendê ji Deryaya Reş Niyazî Koyuncu derketin ser dikê. Koyuncu berî ku stranên xwe bêje Kazim Koyuncu bi bîr anî, dû re jî stranên lazî, hemşînî û tirkî got. Herî dawî hunermend Seyda Perînçek derket ser dikê û stranên kurdî got. Konser heta derengiya şevê berdewam kir.(Rûdaw)

Diğer Haberler