Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Amedê xaniyek bi bombeya gazê şewitî

Li Amedê xaniyek bi bombeya gazê şewitî

30 Ekim 2012 Salı 18:32
Li Amedê ji ber pevçûnên di navbera polîsan û gel de, bombeyek gazê ket hundirê malek. Di malê de şewat derket.

Li gelek bajarên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehan re, gel daket kolanan. Girseya ku xwest li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bibe, rastî destwerdana polîsan hat. Li ser vê yekê girseyê bi keviran bersiv da polîsan. Pevçûnên li gelek deverên derdora girtîgehê berdewam dikin. Polîsan bombeyek gazê avêtin xaniyek li qada 3’yemîn a avahiyek. Ji ber bombeya gazê di xanî de şewat derket. Şewat bi hewldana welatiyan hat vemirandin lê zirarek mezin da malê. Ev wêneyên ku Rûdawê kişandin, xetereya ku sivîl pê re rû bi rû dimînin, radixe ber çavan.(Rûdaw)

Diğer Haberler