Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Amûdê alozî: Şeş xwepêşander birîndar bûn

Li Amûdê alozî: Şeş xwepêşander birîndar bûn

03 Eylül 2012 Pazartesi 18:20
Çalakên bajarê Amûdê ragihandin ku bi kêmanî şeş xwenîşanderên li dijî rejîmê duhî êvarê li Amûdê ji aliyê çekdar û alîgirên PYDê ve hatin birîndar kirin.

Li gor malpera OnKurdê, Ev duyemîn car bû di du rojan de ku çalakên li dijî rejîma Sûriyê rastî êrîşên ji aliyê PYDê ve tên.

Dora seet 9ê bi şev çalakên Hevrêza Amûdê û yên hin partiyên kurdî dest bi xwenîşandaneke li dijî rejîmê kir. Ji nişkê ve dora du sed çekdar û alîgirên PYDê bi dirûşma “gerîla, gerîla” bi dar, kêr û keviran êrîşî xwenîşanderan kirin. Herwiha gule di ser serê xwenîşanderan re hatin teqandin.

Her wiha nûçe diyar dike ku şeş çalak hatin birîndarkirin û li nexweşxaneya bajêr hatin dermankirin. Birînên wan ne dijwar in. Kemal Elî, Ferîdon Qiço, Siwar Hito û Cûdî Mûsa di nav birîndaran de ne.

Di êrîşê de ala şoreşa sûrî ji aliyê endam û alîgirên PYDê ve hat şewitandin. Heta niha jî li Amûdê rewş tevlihev e.(AKnews)

Diğer Haberler