Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Batmanê ‘Mitînga Aştî’

Li Batmanê ‘Mitînga Aştî’

02 Eylül 2010 Perşembe 17:14
Partiya Aştî û Demokrasî (BDP), duh li Batmanê, bi mebesta 1ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê mitîngek li dar xist.
Partiya Aştî û Demokrasî (BDP), duh li Batmanê, bi mebesta 1ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê mitîngek li dar xist.

Mitîng, diyariya Salih, Sadi û Sıdık Özdemir û Sedat Özevin ku 31ê Tîrmehê li gundê Meymuniyeyê girêdayî Heskîfê di encama teqîna mayinek de jiyana xwe ji dest dabûn hate kirin.

Li gorî nûçeya CHAyê, mitîng ji hêla girseyeke mezin ve hate şopandin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Ahmet Türk axivî û balê kişand li ser biryara “bêçalakî” ya PKKê û got, “Heta 20ê îlonê canê kesê naşewite. Em di nava pêvajoyeke wiha de ne.”
 
BDP-Batman
Türk got, divê maf û azadiyên gelê kurd bêne naskirin û bo çareserkirina pirsgirêkê divê bi Abdullah Öcalan re hevdîtin bête kirin.
 
Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir jî di mitîngê de axivî û got, “Şer çiqas dirêj bike, dewlet û hikûmet jî qirêj dibe.”

Li gorî nûçeyê, piştî axaftinan girse belav bû û di nava komek û polîsan de alozî derket. Di encamê de nêzî 20 kes hatin binçavkirin.

AKnews

Diğer Haberler