Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Cizîrê bombeya deng avêtin mala Şaredar û Cîgirê Şaredar

Li Cizîrê bombeya deng avêtin mala Şaredar û Cîgirê Şaredar

07 Ağustos 2012 Salı 14:23
Mala Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren û Cîgirê Şaredar Nesîm Guven, şevê din di heman saetê de rastî êrîşa bi bombeyên deng hatin.

Şaredar Mustafa Goren, diyar kir ku kiryarên bûyerê provokator in û da zanîn ku dê ji niha û pê de jî bi gel re tevbigerin.

Mala Şaredarê Cizîra Şirnexê Mustafa Goren û Cîgirê Şaredar Nesîm Guven, şevê din saet derdora 23.20'an de rastî êrîşek hat. Kesên nayê zanîn kî ne, bombeya deng avêtin malên Şaredar û Cîgirê Şaredar. Bombe, ketin baxçeyê malê. Ji ber ku li malê kes tunebû, tişt bi kesî nebû, lê camên malan şikestin.

Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, êrîş nirxand û diyar kir ku kiryarên bûyerê, hewl didin li Cizîrê provokatorî bikin. Mustafa Goren wiha got: "Yên ku li hemberî me û xebatên me dilê wan baristan nade, dikevin nav hewldanên bi vî rengî. Em her tim li ba partiya xwe ne û partiya me çawa bixwaze, em ê wisa xebatên xwe di bikin û di xizmeta gelê xwe de bin. Em ê li hemberî lîstikan hişyar bin."(Rûdaw/DÎHA)

Diğer Haberler