Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Derdora Şamê Şer Germ e

Li Derdora Şamê Şer Germ e

22 Mart 2012 Perşembe 18:43
Çalakan agihand ku li derdora Şamê şer di navbera Artêşa Azad ya Sûrî û Artêşa rejîmê de şer germ e û îro 11 kuştî hene.

Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê belav kir ku îro, 11 kesên din li çend navçeyên Sûriyeyê hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Hums û Deraayê ne.

Li şamê û derdoa wê leşkerên cudabûyî digel generalekî ragihandin ku wan Encûmena Leşkerî avkirin.

Her dîsan, Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyê aşkera kir ku li topbaran û dorpêçkirina çend bajarok û şaregundên li derdora Şamê berdewam e û herwiha li taxên Şama paytext şer û pevçûnên tund hene.

Çalak diyar dikin ku topbarana duhî gihiştibû sînorê Libnanê û sînor jî têperandibû û çend roket di nav axa Libnanê ketibûn

Salek derbaz bû li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 10 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews

Diğer Haberler