Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li dijî civîna NATOyê xwepêşandanên protestoyî

Li dijî civîna NATOyê xwepêşandanên protestoyî

22 Mayıs 2012 Salı 23:56
Piştî xwepêşandanên roja yekşemê her duh jî hinek xwepêşandanên biçûk li dijî civîna NATOyê rûdan.

22 Gulan – Piştî xwepêşandanên roja yekşemê her duh jî hinek xwepêşandanên biçûk li dijî civîna NATOyê rûdan.

Li gorî tora nûçeyan VOA ya amerîkî, di roja dawî ya civîna NATOyê de, li bajarê Chicago xwenîşander berdewam xwepêşandanan dikin, piştî şer û pevçûnên bi polîsan re.

Her dîsa li gor peyamnêrekî Dengê Amerîka ku li cihê bûyerê bû, ragihandiye ku bi texmînî 120 xwepêşander duhî xwepêşandanek pêk anîn.

Xwepêşander li pêş navenda giştî ya kampanya Boeing ya firokeyan kom bûn û dirûşmên dijber qîriyan.

Di xwepêşandanên roja yekşemê de herî kêm 45 xwepêşander hatibûn girtin, dema bi hezaran kes şerê li Afganistanê, newekheviya ekonomîk û kêşeyên din şermezar dikirin.

(AKnews)

Diğer Haberler