Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li dijî Herne Pêş doz hat vekirin

Li dijî Herne Pêş doz hat vekirin

03 Temmuz 2012 Salı 11:42
Dadgehek a Tirk der barê sîrûda “Herne Pêş” a ji helbesta nivîskar û helbestvanê Kurd Cigerxwîn pêk tê ku di salên 1970’yan de hatiye nivîsandin, de rapora pêzaniyê xwest. Midûriyeta Emniyeta Enqereyê jî îdîa kir ku ev marş ji bo gerîlayên PKK’ê tê gotin.

Enqere - Dadgehek a Tirk der barê sîrûda “Herne Pêş” a ji helbesta nivîskar û helbestvanê Kurd Cigerxwîn pêk tê ku di salên 1970’yan de hatiye nivîsandin, de rapora pêzaniyê xwest. Midûriyeta Emniyeta Enqereyê jî îdîa kir ku ev marş ji bo gerîlayên PKK’ê tê gotin.

Di 13’ê gulana 2011 de, li Enqereyê, di mitînga ji aliyê Yekitiya Nojdarên Tirkiyeyê (TTB) ve hat lidarxistin de yek ji xwendekarên Fakulteya Tibê Zulkuf Akelma sîrûda Herne Pêş got. Niha jî ji ber sîrûdê tê darizandin. Di doza li 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê pêkanîn de, Akelma ji ber ku bi strana beriya avabûna PKK’ê hatiye gotin, “propandaya rêxistinê kiriye” tê darizandin.

Wergerek bi navê D.Y. di rapora pêşkêşê dadgehê kir de bal kişand ku Akelma sîrûd (marş) gotiye. Di raporê de wiha tê gotin; “Herne Pêş. Sîrûdek Kurdî ye. Helbestvan Cigerxwîn nivîsandiye. Yek ji sîrûdên ji bo têkoşîna sosyalîst hatiye gotine. Ji salên 1970’yan ve bûye mîna berhemeke klasîk. Ev sîrûd ji aliyê Şivan Perwer û Grup Yorum ve hatiye gotin. Yek ji stranên favorî yên ciwanên Kurd e.”

Midûriyeta Emniyeta Enqereyê di nivîsa ji Dadgehê re şand de îdîa kir ku Herne Pêş ji bo pesindana endamên rêxistina PKK/KCK’ê tê gotin. Lê tişta balkêş û sosret ew e ku Akelma bi Kurdî nizane.

Parêzerê Akelma Mustafa Guler ji rojnameya Radîkal re axivî û diyar ji ber ku enmiyetê tiştek wiha gotiye, wiha hatiye nivîsandin.

Zulkuf Akelma di encama operasyona rejîma AKP’ê de ya di meha hezîranê de li hemberî xwendekarên Kurd ên tibê pêk hat de hat girtin û niha di girtîgehê de ye.

DADGEHÊN TIRK DISTIRIN!

Li gorî hikûmeta AKP’ê “Stranên qedexe” ne tenê Herne Pêş e. Ji we re hinek mînak:

Di 25’ê gulanê de ajotkarê otobûsa taybet a gel Kadrî Pehlîvan ji ber ku guhdarî straneke Kurdî dikir, hat binçavkirin. Pehlîvan ji cihê xwe yê kar Dagkapiyê hat binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyeta Amedê. Li wir xistin ber lêpirsînan.

Di hefteya borî de jî Endamê Komîsyoan Xwendekarên Navenda SES’ê Zulkuf Akelma, ji ber ku strana “Herne Pêş” got, hat darizandin. Weke her carê, sucê Akelma jî “Propagandaya rêxistinê” bû! Tenê delîlek hebû; ew jî ew bû ku girseyê her kesê bi dengek ev stran gotibû û Akelma jî bi wan re gotibû. Tişta balkêş ew bû ku Akelma ji zimanê vê stranê fên nake. Akelma bi Kurdî nizane.

Di Newroza 2011 de jî, du endamên Koma Çiyayê Mûnzûrê ji ber ku stranên bi Kurdî gotin, her yek ji wan li rastî 10 meh cezayê girtîgehê hatin. Sucê wan heman e: propagandaya rêxistinê. Delîl (qaşo stran) Oremar.

Di 16’ê gulanê de jî, muzîsyenê bi navê Azad Tekîn, hat girtin. Sedema girtin wî jî ew bû ku Tekîn di pîrozbahiya Newrozê ya li Tarsûsê de stran gotiye û bi vê yekê propagandaya rêxistinê kiriye.

JI BO STRANA KURDÎ 9,5 SAL CEZA

Di mitînga Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya ji bo hilbijaritanê ya di 2’ê pûşpera 2011 de, li navçeya Qereyazî ya Erziromê hat lidarxistin de, endamê Koma Gimgimê Seyîtxan Karataş du stranên Krudî got û ew jî bi “endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê” li rastî 9,5 sal cezayê girtîgehê hat. Hinceta dadgehê: Karataş di stranên xwe de peyvên Kurd û Kurdistan bi kar aniye.

Her wiha, hunermend Halît Bîlçî jî di nîsanê de, ji bo hilbijartinên 12’ê Pûşpera 2011 de di mitînga Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê de stran got û ji ber wan stranan hat darizandin. Sucê hunermend Bîlgîç stranên “Ozgurluk Çiçegimsin (Kulîlka min a Azadiyê yî)”, “Oremar” û “ Heval” bûn û jêre 5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. ANF

Diğer Haberler