Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li dijî meşa MAZLUMDER’ê ya ji bo Roboskî êrîş

Li dijî meşa MAZLUMDER’ê ya ji bo Roboskî êrîş

10 Ağustos 2012 Cuma 08:11
Li Stenbolê komek nijadperest bi kêr û satoran êrîş kirin ser endamên MAZLÛMDER'ê yên ku ji bo Komkujiya Roboskî were ronîkirin meş li dar dixistin.

Li Stenbolê komek bi kêr û sator nijadperestên Tirk êrîşî endamên MAZLÛMDER'ê yên ku ji bo Komkujiya Roboskî were ronîkirin meş li dar dixistin, kirin. Di meşa MAZLUMDER'ê ya ji bo tarî ronî bibin pêk hat de komê bi sator, dar û kêran êrîşî meşvanan kir. Endamekî MAZLUMDER'ê di êrîşê de birîndar bû.

Komeleya Piştevaniya Mafên Mirovan û Mazlûman (MAZLUMDER) a Stenbolê ji bo komkujiya Roboskiyê şermezar bikin û bûyerên tarî ronî bikin meşek pêk anîn. Koma endamên MAZLUMDER'ê ku piştî xwarina fitaran a li Mizgefta Fatihê dest bi meşê kirin, pankarta "Edalet her demê li her derê" û "Rêya ummetê di Kurdistanê re derbas dibe" vekirin. Koma endamên MAZLUMDER'ê ku ji nêzî 150 kesan pêk dihat piştî dest bi meşê kirin rastî komek “ulkucu” (nijadperestên Tirk) hatin. Koma ulkucuyan bi dar, kêr û satoran êrîşê endamên MAZLUMDER'ê kirin. Koma 10-15 kesan di êrîşê de çek, kêr û dar bikar anîn û endamekî MAZLUMDER'ê birîndar kirin. Komê di êrîşê de gotin "Vir Fatihe, hûn nikarin bêjin Kurdistan" û êrîş pêk anîn. Koma MAZLUMDER'ê piştî rastî êrîşê hatin li ber Mizgefta Fatihê kom bûn û dowiza "Rêya Ummetê di Kurdistanê re derbas dibe" vekirin.

Endamên MAZLUMDER'ê piştî polîs ketin navberê dîsa bi heman pankart û dowîzan dest bi meşê kirin. Meş ber bi Parka Saraçhaneyê ve didome.(ANF)

Diğer Haberler