Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Dirbêsiyê di navbera Kurdan de alozî

Li Dirbêsiyê di navbera Kurdan de alozî

04 Ocak 2013 Cuma 13:14
Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hêza asayişa ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê du ciwanên Kurd yên wî bajarî binçav kir.

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hêza asayişa ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê du ciwanên Kurd yên wî bajarî binçav kir. Her wiha li hember baregeha partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê şer û pevçûn derket.

Nîzamedîn Elîko yê ku endamê ‘Yekîneya Şehîd Ciwan Qutîne’ ku doh sê saetan ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatibû girtin ji Rûdawê re ragihand: “Dema ku ez vedigeriyam mala xwe li ser rê asayişa PYD’ê ez û xortekî din girtin û paşê em kirin binçav. Ji ber ‘Yekîneya Şehîd Ciwan Qutîne’ damezrandiye ev binçavkirin çêbûn. PYD ji bilî YPG’ê ti hêzeke din  a leşkerî li Rojava qebûl nake.”.

Her wiha YPG’ê bi ser baregeha Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyeyê ya Dirbêsiyê ve jî girt. Di encama serdegirtinê de pevçûn derket, lê belê hat zanîn ku ti kuştî û birîndar çênebûye. Ji ber van bûyeran şêniyên vê bajarî daketin kolanan û nerazeyetiya xwe ji bo ‘pevçûnên di navbera birayan de’ derbirîn û dirûşmeyên ku daxwaza yekîtiya gelê Kurd dike berz kirin.

Bajarê Dirbêsiyê dikev ser sînorê bakûrê Kurdistanê di navbera Qamişlo û Serê Kaniyê de û jimareya akinciyên wê zêdetirî 200 hezar kesî ne.

Biradost Azîzî / Rûdaw

Diğer Haberler