Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Diyarbekir û Stenbolê aloziya Newrozê

Li Diyarbekir û Stenbolê aloziya Newrozê

18 Mart 2012 Pazar 21:20
Bi hêceta ku “bêdestûr” Newrozê pîroz dikin, polîsê tirk rê li pîrozbahiyên cejna Newrozê li bajarên Diyarbekir û Stenbolê girt û ev jî bû sedema aloziyê.

Li ser daxuyaniya BDPê, îro xelkê Diyarbekirê û kurdên Stenbolê bo pîrozkirina cejna Newrozê ber bi cihên pîrozbahiyê ve meşiyan, lê rastî astenga polîs hatin.

Li gorî nûçeya CNN Turkê, gelê Diyarbekirê bo ku derbasî cihê pîrozkirina Newrozê, ku 5 km dûrî bajêr e, li ber avahiya BDPê ya bajêr kom bûn û dema xwestin birê bikevin, polîs bi hêceta ku bêdestûr e, nehîşt.

Piştî ku hevdîtinên parlamenterên BDPê û polîs bêencam ma, pevçûn derket û polîs bi bombeyên gazî û gaza rondikrêj êrişî xwepêşanderan kir.

Li Stenbolê jî ev rewş rû da û polîs nehîşt xelk newrozê pîroz bike.

Hevdîtinên hevseroka BDPê Gultan Kişanak digel polîsan bêencam ma û piştî vê alozî û pevçûn derket.

Tê zanîn, piştî ku BDPê ragihandibû, dê 18ê adarê li Diyarbekir û Stenbolê cejna Newrozê pîroz bikin, wezareta navxwe ya Tirkiyê, biryara qedexekirina pîrozbahiya newrozê di rojên ji bilî roja 21ê adarê de dabû, lê BDPê ev yek red kiribû û dabû xuyakirin dê guhê xwe nedin vê biryarê.

AKnews

Diğer Haberler