Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Li Diyarbekirê Dê Lîstika Bi Zazakî Derkeve Ser Dikê

Li Diyarbekirê Dê Lîstika Bi Zazakî Derkeve Ser Dikê

28 Ağustos 2010 Cumartesi 02:14
Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dê perdeya yekemîn a îsal bi lîstike bi zaravayê kurdî zazakî (dimilî) veke.
Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dê perdeya yekemîn a îsal bi lîstike bi zaravayê kurdî zazakî (dimilî) veke.

Derhênerê Giştî yê Hunerê yê Şanoya Bajar Ruknettin Gun ku derbarê mijarê de agahî da AKnewsê, bi bîr anî ku repertuara wan ji du ziman û du zaravayan pêk tê, got, "Em ê cara pêşî bi lîstikeke zazakî derkevin pêşberî temaşevanan. Hilberîna lîstikên zazakî berpirsiyariya me ye."

Gun ku diyar kir fikrê lîstika zazakî di turneyeke par de derketiye, wiha got:

"Sezona par em bi lîstika zarokan a bi kurmancî derketin turnaya herêmê. Li hin bajaran me dît ku zarok bi zazakî û tirkîdizanin û zêde eleqe nîşanî lîstika me ya bi kurmancî nedan. Li ser vê jî, me biryar da ku di sezona pêş de du lîstikên zazakî; yek ji bo zarokan yek jî ji bo mezinan, derxin ser dikê. Em niha amadekariyên ji bo van dikin."

- Lîstika pêşî di 1'ê îlonê de ye

Ruknettin Gun ku anî ziman ew ê lîstikeke zarokan bi zaravayên kurdî; kurmancî û zazakî û bi tirkî derxin, got ku ew ê lîstikên zazakî li Diyarbekir, navçeyên Diyarbekirê Pîran û Licê, li navçeya Vartoyê ya Mûşê û li Bîngol, Elezîz û Dêrsimê bidin nîşandan. Gun got ji ber ku ew ê cara pêşî bi zarokên zaza lîstikeke zazakî bidin temaşekirin, bi heyecan in.

Gun got ku ew difikirin lîstika " Otobüs Durağı'nda Üç Bencil" (Li Rawestgeha Otobusan Sê Ezezok) bixin repertuara xwe.

Li gel ku amadekariyên ji bo lîstika zazakî ya ji bo zarokan didomin, hê nehatiye diyarkirin ka dê kîjan lîstikê ji bo mezinanamade bikin. Her wiha şano armanc dike ku di sezona îsal de du lîstikên bi kurmancî jî derxe ser dikê.

AKnews

Diğer Haberler