Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Gelek Bajaran Yesaxa Tesetturê Hat Prtoesto Kirin

Li Gelek Bajaran Yesaxa Tesetturê Hat Prtoesto Kirin

08 Aralık 2012 Cumartesi 16:06
Li Gelek Bajaran Yesaxa Tesetturê Hat Prtoesto Kirin

Partiya AKPê, berî hilbijartinan diyar kiribû ku çareserkirina mesela tesetturê, soza wanî namûsê ye. Partîya AKPê ev serê deh sal e ku li îktîdarê ye. Halkirina mesela tesetturê li alikî, bi rêziknameyekê, tesetturê ji ğeyrî li mektebên îmam xetîban yesax kir.

Vê yesaxa AKPê, li gelek bajaran bi beyanatên medyayî yên girseyî hat protesto kirin. Li Diyarbekir 47 saziyên sivîl, piştî nimêja înê, li ber camiya mezin, bi beyanatek şirîk ya medyayî, zihniyeta yesaxvan protesto kir. Protesto bi girseyek mezin hat li dar xistin. Beyanat ji teref Ebdurrehman Ergînê serekê komela Anadolu Gençlîkê ya şaxa Diyarbekir ve hat xwendin. Digel barana pir jî, millet teveccuhî protestoyê kir.

Di beyanatê de hat îfade kirin ku yesaxa tesetturê, di dewra îktîdara partiya AKPê de, ketiye bin garantiyê. Ergîn wiha got “Bi gotinek din, emrê Xweda yê sernixumandina qîz û jinan, ji teref hikûmetê ve resmen hatiye qedexe û yesax kirin. Omer Dînçer dibêje  me bixwesta, me karibû bi temamî hal bikira. Ev gotina Dînçer dişebihe zîhniyeta 12ê Îlonê. Kesên keda wan di vê yesaxkirinê de ye, em wan bi şedîd şermezar dikin û wan hewali Xweda dikin”

Millet bi slogan û tekbîra, destek dan xwendina beyanatê.

Li Unîversîteya Dîcleyê jî, mensûbên Klûba Ciwantiyê ya Bîlgeyê, bi beyanatek medyayî, yesaxê protesto kir. Beyanat piştî nimêja înê, digel baranê jî, li ber fakulteya Fen Edebiyatê, ji teref serekê Klûba han Îlyas Kaya ve hat xwendin. Di beyanatê deng li hikûmetê hat kirin ku eger di qelbê wan de îman û ûjdan ne tefiya be, bila dev ji vê yesaxê berdin.

Her wiha li Mêrsînê TESSEP, Mazlûm-Der, Cemiyeta Belavkirina Îlmê, Cemiyeta Mustezefan û komela Bîlge Eğîtîm-Derê bihev re, yesaxa AKPê ya tesetturê protesto kir. Millet bi tekbîr û sloganan destek dan protestoyê. Di beyanatê de hat îfade kirin ku ji ğeyrî Tirkiye, li tu welatê din, qîzên mekteban ji ber tesettura xwe, ji mekteb û xwendinê nayên kirin.

Li Elezîz, Osmaniye û Tarsûsê jî, yesaxa AKPê bi beyanata medyayî, ji teref komel û saziyên sivîl ve, bi girseyên mezin hat protesto kirin. Millet li ber yesaxa partiya AKPê, bi tekbîr û slogana tepkîyên xwe nîşan dan. Di beyanata de hat îfade kirin ku ji teref partiya AKPê ve yesaxkirina tesetturê, mîna zihniyeta 12ê Îlon û 28ê Sibatê ye. Divê tesettur li her derê, di her seha heyatê de serbest be û serbestiyet jî, bi qanûnê di bin ğarantiyê de be.

Hat îfade kirin ku wê sibê li Sêwregê, saet di 12an de li meydana Kanlikuyuyê, bi beşdariya gelek komel û saziyên sivîl, bi beyanata medyayî ya girseyî, wê yesaxa AKPê ya tesetturê bê protesto kirin.

www.bangaheq.net 

Diğer Haberler