Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Giştiyê Sûriyê 80 Kesî Can Da

Li Giştiyê Sûriyê 80 Kesî Can Da

16 Kasım 2012 Cuma 09:04
Li Surî di êrîşên dawî de 80 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li Sûriyê pevçûn bênavber didom in. Hêzên Esed, dîsa êrîş birin ser sivîlan. Di êrîşên dawî de 80 kesî jiyana xwe ji dest da. Di rojên dawî de pevçûnên herî gur, li nêzî sînorê Tirkiyeyê, li Rasulaynê diqewimin. Di pevçûnên ku Tirkiye ji nêzve teqîp dike de, hêzên Esed ji hewayê hin hedef bombeberan kir.

Hêzên Esed, li paytext Şamê jî pevçûnên gur didomînin. Di êrîşên li ser bajer, 38 kes hatin kuştin. Piştî bombeberana balafirên şer, bi dehan xanî hilweşiyan. Li bajarên Deyru'z Zur, İdlib, Humus, Derae, Halep, Hama û  Haseke jî operasyonên hêzên Esed didom in.

Di bûyerên dawî de, li giştiyê welêt, 80 kesî jiyana xwe ji dest da. Hat zanin ku, hêzên Esed, herêmên li nêzî sînorê Ûrdûnê jî bombeberan dike. Di vê navberê de, Qonseya Şoreş a Giştî ya Suriye diyarkir ku, li bajarên bakurê jî operasyon didome û 50 leşkerên ji artêşa Sûriyê veqetiyan, beşdarî muxalifan bûn.  (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler