Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Gor Amerîkiyan Obama Misilman e

Li Gor Amerîkiyan Obama Misilman e

23 Mayıs 2012 Çarşamba 10:02
Li Amerîkayê li gorî lêkolînên dawî, derket holê ku, Amerîkayî guman dikin ku Serokê wan Obama Misilman e.

Li gorî anketên  ku fîrmaya vekolîn a bi navê Public Policy Polling a DYA yî ya ku li eyaletên Mississippi û Alabama yê kiriye; ji sedî 52 yê gel guman dikin ku Serokê Wan Barack Obama misilman e.

Yên ku tevlî ankete bûn herî zêde vebijarka  “bi temamî wekî hrîstiyan naxuye, lewma misilman e” nişan dan. li gor vekolînekî din a Huffington Postê, li giştiyê welêt ji 6 hemwelatiyê DYA yê yek  guman dike ku Obama misilman e.

Li ser daxwaza partiyên dijber, Obama sertîfîqaya xwe ya ji dayikbûnê weşand; lê ev yek jî şik û gumanên teorisyenên Komplo yê, xilas nekir. Lewre di cih de ragihandin ku ev sertîfîqa sixte ye. Ji bo ku navê Barack Obama yê din “Hüseyin” e, lewma   ji gelê Amerîqî gelek kes guman dike ku Obama misilman e. (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler