Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Hacettepeyê derbarê 50 xwendekaran de lêpirsîn

Li Hacettepeyê derbarê 50 xwendekaran de lêpirsîn

23 Mart 2012 Cuma 14:10
Hefteya borî li Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê xwendekarên muxalîf li ratî êrişa nijadperestên Tirk hatin.

Enqere - Hefteya borî li Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê xwendekarên muxalîf li ratî êrişa nijadperestên Tirk hatin. Lê careke din xwendekarên li rastî êrişê hatin ketin ber lêpirsînan. Rêveberiya zanîngeh der barê êrişkaran de lêpirsîn neda destpêkirin, lê belê xwendekarên birîndar bûn li rastî lêpirsîna rêveberiya zanîngehê hatin.

Di 28’ê sibatê de xwendekarên nijadperest li Kampusa Zanîngeha Hacettepeyê bi hinceta salvegera Komkujiya Hocaliyê, xwendekarên din kirin hedef. Di encama êrişa nijadperestan de gelek xwendekar birîndar bûn. Rektorê Zanîngehê Murat Tuncer jî piştgirî da êrişa nijadperestan.

DÊ ZANÎNGEHÊ BIKIRIBA ‘HÊLÎNA DEMOKRASIYÊ’!

Rêveberiya Zanîngehê ji bo destpêkirina lêpirsînê qet dereng nema. Der barê 50 xwendekarên li rastî êrişê hatin lêpirsîn da destpêkirin. Xwendekarên li rastî êrişê hatin nerazîbûn nîşanî vê helwesta zanîngehê dan.

Rektorê Zanîngehê Mûrat Tuncer jî weke hikûmeta AKP’ê dabû diyarkirin ku ew ê zanîngehê bike “hêlîna demokrasiyê”, lê ev yek berûvajî bû. Xwendekar dibêjin ku bi vê biryara lêpirsînê êdî maskeyê rektor Tuncer ketiye.

ANF

Foto: Arşiv

Diğer Haberler