Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Hemberî Serokwezîr Erdoğan, İsmail Beşikçi Derdikeve

Li Hemberî Serokwezîr Erdoğan, İsmail Beşikçi Derdikeve

03 Ekim 2012 Çarşamba 08:06
Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê demên girîng û taybet tên jiyîn. Tê zanîn ku têkoşîna siyasetê li Tirkiyeyê her roj gur dibe.

Sırrı Süreyya Önder îro beşdarî weşana CNNTürkê bernameya Aykırı Sorularê bû û got ku li dijî Erdoğan namzedê min yê Serokkomariyê Îsmaîl Beşikçi ye. Dibe ku pêşerojê de ev daxwaz ji aliyê sazî û kesên çepgir jî were ziman.

Lê ev têkoşîna siyasetê heta vekirina sala nû ya zanîngehan jî tê dîtin. Hat ragihandin ku îsal Zanîngeha Enqerê bi merasîma ku Serokwezîr Erdoğan dê beşdar bibe, roja Çarşemê 3î yê Cotmehê dê vebe. 

Li cem vê merasîma fermî, heman rojê û seetê merasîmeke dîn li qampusa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqerê dê pêk were. Diruşmeye vê merasîmê jî ‘li gor kevneşopiya demokratîk’ hat bijartin. İsmail Beşikçi, Müge Tuzcuoğlu û İrfan Aktan dê beşdarî merasîmê bibin û dê dersa Di Zanîngehan de Azadiya Îfadeyê bidin. 

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler