Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Hewlêrê Konferansa kurdîkirina programan birêve diçe

Li Hewlêrê Konferansa kurdîkirina programan birêve diçe

06 Mayıs 2012 Pazar 17:47
Li Hotêla Çarçira li Hewlêrê bi amadebûna dehan mamoste û pisporên zimanê kurdî Konferansa kurdîkirina programên Kolêja Yasa û Ramyarî yên zanîngehên Herêma Kurdistanê birêve çû.

Hewlêr, 5 Gulan  – Îro, li Hotêla Çarçira li Hewlêrê bi amadebûna dehan mamoste û pisporên zimanê kurdî Konferansa kurdîkirina programên Kolêja Yasa û Ramyarî yên zanîngehên Herêma Kurdistanê birêve çû.

Endamê Komîteya Rêkxistina konferansê Ednan Ebdelah ji AKnewsê re ragihand, “Konferans ji aliyê Navenda Xwendina Yasayî li Herêma Kurdistanê ve hatiye rêkxistin û bo maweya 2 rojan dirêj dike û armanca wê kurdîkirina programên xwendinê ye û bi taybet warê yasayî.”

Ebdelah ronî kir ku armanca konferansê avakirina hevdengiyê di navbera Akademiya Kurdî û bernameyên xwendinê yê zanîngehê û bi taybet beşê Yasayê ji bo yekxistina zaravayên (têgehên) yasayê.

Di konferansê de kesayetiyên pispor di yasayê û zimanê kurdî de wek Nûrî Talebanî û Tariq Cambaz û Ednan Ebdelah û Serkewt Silêman lêkolînên xwe pêşkêş kirin.

Tê zanîn ku li Herêma Kurdistanê piraniya zaravayan li kolêja Yasa bi zimanê Erebî û Înglîzî ne, ev jî dibû girift şû kelem li ber pêvajoya gelek xwendekarên kurd.

AKnews

Diğer Haberler