Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Li Kanadayê êrîşî mizgeftekê kirin; herî kêm 5 kes mirin

Li Kanadayê êrîşî mizgeftekê kirin; herî kêm 5 kes mirin

30 Ocak 2017 Pazartesi 12:23
Li wîlayeta Quebec a Kanadayê li hember mizgeftekî êrîşekî çekdarî pêk hat û di encamê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li paytexta wîlayeta Quebecê, Quebec Cityê di dema nimêja esrê de 3 çekdarên nenas bi çek êrîş birin ser Navenda Çandî ya Îslamîya Quebec Cityê.

Li gorî şahidên bûyerê di mizgeftê de herî kêm 40 kes hebûne û li ser nimêjê bûne.

Hate gotin, ku di encama êrîşê de herî kêm 5 kes hatine kuştin. Tê gumankirin hejmara miriyan zêdetir be.

Piştî bûyerê hejmareke zêde yê ambûlansan gihiştin Navenda Çandî ya Îslamîya Quebec Cityê.

Polîsên Kanadayê daxuyandin, ku derbarê bûyerê de 2 kes hatine binçavkirin.

Rûdaw

Diğer Haberler