Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Kerkûkê Du Teqinê Mezin

Li Kerkûkê Du Teqinê Mezin

16 Ocak 2013 Çarşamba 17:12
Li gor zanyariyên despêkê , di teqînê de heta niha 16 kes mirine û 190 kes jî birîndar bûne.

Li Kerkûkê Teqîn: 16 Mirî û 190 Birîndar

Îro danê sibehê Kerkûkê bi du teqînên  li pey hev hejiya. Li gor zanyariyên despêkê heta niha 16 kes mirine û 190 kes jî birîndar bûne.

Li kerkuka İraqê bi wesaîdên bombe barkirî ve êrîş birin ser ofîsên  PDKê’yê. Hat diyar kirin ku ji ber teqînê, li Kerkukê  gelek wesaît û kargehan jî zirar dîtiye.

Serokê Qonseya Walîtiya Kerkukê Hasan Torhan got di teqînê de ji  100î zêdetir kes birîndar bûn, rewşa hin kesan gelek girane. Dibe ku hejmara miriyan jî zêdetir bibe.

Li Kerkukê di van demên dawî de ji ber gengeşiyên olî û nijadî gelek teqîn pêk tên.

Desthilatdariya Bexdayê û komên Tirkmenên Kerkukê, rêvêberiya herema Kurdîstan  Iraqê, bi qontrolkirina Kerkukê ve sucdar dikin.

Rêvêberiya Herema Kurdîstan Iraqê jî dibêje hejmara gelê kurdên ku li Kerkukê rûdinên ji nifûsa ereb û Tirkan  zêdetire û ji ber vê jî bila kerkuk di desthilatdariya me de  be.

Li gorî agahiyan tê  got:  Di teqînên îro yên Kerkûkê de 16 kes jiyana xwe winda kirine û  190 kes jî birîndar bûne. (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler