Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Kurdistanê 35 jinên bazirgan û xwedî kompanî hene

Li Kurdistanê 35 jinên bazirgan û xwedî kompanî hene

03 Temmuz 2012 Salı 11:12
Jinên bazirgan û xwedî kompanî yên Herêma Kurdistanê di sibata îsal de moleta damezrandina komeleyekê ji wezareta navxwe wergirtin.

Hewlêr - Jinên bazirgan û xwedî kompanî yên Herêma Kurdistanê di sibata îsal de moleta damezrandina komeleyekê ji wezareta navxwe wergirtin û roja 9ê vê mehê jî komeleya xwe li jêr navê Komeleya Karsazan a Xanimên Kurdistanê di civîneke rojnamevanî de li bajarê Hewlêrê ragihandin.

Komeleya Karsazan a Xanimên Kurdistanê bi beşdariya 16 xanimên karsaz û xwedî kar li Herêma Kurdistanê, di 07.02.2012an de moleta yasayî ji wezareta navxwe wergirt.

Endamên desteya damezrêner a komeleyê her ji destpêkê ve ragihandin ku komeleya wan ne li ser ti partiyekê ye û tenê ji bo xizmetkirina xanimên sermayedar û xwedî kar hatiye damezrandin. Da ku xwe ji şerê navan (afiret û jinan) dûr bigirin jî, navê xaniman hilbijartin.

Endama desteya damezrêner Sozan Arif derbarê vê komeleyê ragihand: “Komeleya Xanimên Karsaz bingeheke çandî, aborî û pîşesazî ya serbixwe ye, ji bo guhdana bi rola jinan û beşdariya wan a aktîv di warê aborî de hatiye damezrandin.”

Bi baweriya damezrênerên wê komeleyê, jinên kurd herdem di bazara kar de beşdarî kirine, lê pir caran ew beşdarî bê beramber û bê sûd bû. Her lewra li damezrandina saziyekê fikirîn ku mafên jinên kurd ên xwedî kar biparêze.

Çend xanimên bazirgan û xwedî kar ên kurd beşdarî di kongreya cîhanî ya jinên karsaz li Dohe kiribû ku ji aliyê şêxe Moze jina mîrê Qeterê hatibû sazkirin û wek bi xwe amaje didinê ku ew kongre bû sedemê ku li damezrandina saziyeke taybet bi jinên karsaz li Kurdistanê bifikirin.

Endama desteya damezrêner a Komeleya Xanimên Karsaz Ferda Cemîl Paşa ji Rûdawê re ragihand: “Li dinyayê çend karsazên jin hene, ku lobiya welatên xwe dikin, em jî dixwazin lobî û nûnertiya kurdan li derve bikin. Jinên kurd pir bi şiyan û têgihiştî ne. Jin di malê de rêveber e, siyasetvan e, piraniya karûbarên malê birêve dibe.”

Serokê odeya bazirganî û pîşesazî ya Herêma Kurdistanê Dara Celîl Xeyat piştgiriya vê pêngava jinên kurd dike û dibêje: “Jinên kurd heta vêga mînakên karên baş û serkeftî nîşan dane. Nîvê civakê jin in û pêwist e dezgeh û saziyên jinan ên taybet hebin. Li Kurdistanê xanimên bazirgan û xwedî şîrket hene, û di bazara kar de pir serkeftî ne.”

Wergirtina buhayê 500 dolaran wek aboneya endametiyê di wê komeleyê de, di komeleyê de bû cihê gotûbêjan. Gelek beşdar ji vî şertî bi gazinc bûn û daxwaza kêmkirina pereyên abonatiyê dikirin .

Ferda derbarê rakirin yan kêmkirina aboneya endametiyê di komeleyê de got: “Ew jina ku şiyana wê ya dabînkirina 500 dolarên aboneya endametiyê heta dema salekê nebe, erê çawa dibe xwedî kar.”

Li gor amara ku li cem Ferda Cemîl Paşa ye, li Herêma Kurdistanê 35 jin karûbarên kar û hilberînê dikin. Her çiqasî navbirî vê hejmarê kêm dibîne, lê dibêje: “Wek destpêk baş e û mizgîniya beşdariyeke aktîvtir di dahatû de dide me.”

Ferda Cemîl Paşa got jî: “Ji sedî 20ê xanimên ku zanîngehê xilas dikin têne nav bazara kar û ji sedî 80 dibin karmendên hikûmetê yan kevaniyên malê, lê mixabin nexşeya jin li Kurdistanê tune û ne diyar e çend jinên xwendevan û dewlemend ên Kurdistanê berê xwe dane bazara kar.”

Rûdaw

Diğer Haberler