Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Rihayê xwendekarekî robotek çêkir

Li Rihayê xwendekarekî robotek çêkir

14 Nisan 2017 Cuma 17:55
Li Rihaya Kurdistanê xwendekarê lîseyê yê bi navê Mazlûm Sûrmelî bi derfetên xwe robotek çêkir. Robot ligel tizbî kişandinê qehveyê jî pêşkêş dike. Xwendekar navê robot kiriye “Urfalî” û robot eleqeyeke mezin dibîne.

Li bajarê Rihayê xwendekarê lîseyê yê bi navê Mazlûm Sûrmelî digel derfetên xwe yên kêm robotek çêkir. Xwendekar ji bo ku robotê xwe raberî Fuara TUBÎTAKê Saziya Lêkolînên Teknolojiyê û Zanyarî ya Tirkiyê bike amade kir. Robotê ku ji kelûpelên kêrnehatî pêk tê bi enerjiya rojê dişixule. Xwendekar Mazlum Surmeliyê zîrek navê robotê xwe jî daniye ‘Urfalî’. Robot gav tê tizbiyê jî dikşîne û gav tê wek mirovekî xîzmeta çay û qehweyê jî dike.

Xwendekar Mazlûm Sûrmelî ji K24ê re li ser robota got: “Me ev robot bi kelûpelên kêrnehatî çêkir. Li ser tiştên teknolojîk de meraqa min heye û ji ber vê yekê jî min bi awayekî dildarî ev tişt çêkir. Robotê ku min çêkiriye gelek taybetmendiyên wê hene ger ku derfet hebin, ez dixwazim tiştên cuda jî çêkkim û xebatên xwe berfirehtir bikim.”

Robotê ku bi awayekî profesyonelî hatiye sazûmankirin xwediyê 12 taybetmendiyên  ji hev cihê ye. Robot bi panelên rojê kar dike û di heman demê piştî ku enrjiya xwe wergirt hem telefonan dadigire û hem jî deng û vîdeoyan tomar dike. Taybetmendiya vî robotî ne tenê bi van yekan sînorkirîne. Bi rêya bluetoothê digel telefonê pêwendî jî tê danîn û ev robotê bi navê ‘Urfali’ di heman demê wek projeksiyonê jî tê bikaranîn û di şevên tarî de derûdora xwe ronî dike.

Gerînendehê Lîseyê û Kordînatorê Projeyê Tahîr Burç jî got: “Me wextê ku ev jîrektiya Mazlum dît sozê piştevaniyê da wî û ji bo ku xebatên xwe pêk bîne. Me li dibistanê jê re cihekî bi qasî 35 û 40 metreçargoşeyî wek cihê zanyariyê veqetand. Piştre xwendekarê me roj bi roj xwe bi pêşve bir û em bawer dikin ku wê tiştên baştir çêke. Daxwaza me ew e kesên wek Mazlûm her tim bên piştevanîkirin.”

Xwendekar Mazlûm Surmelî dema ku dest bi çêkirina robot kiriye 2 û 3 taybetmendiyên robot hebûne û her roj ew bi pêşve biriye û tu mesrefa wî jî çênebûye. Robotê ku bi cil û bergên keleporî yên Rihayê hatiye xemilandin li derûdorê jî li beramberî eleqeyeke mezin tê.

Kurdistan24 – Riha

Diğer Haberler