Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Li Şemzînan 49 leşker hatin kuştin û skorskyek hat xistin’

'Li Şemzînan 49 leşker hatin kuştin û skorskyek hat xistin’

30 Temmuz 2012 Pazartesi 22:20
Ev 8 roj in li herêma Şemzînan pevҫûn di navbera gerîlayên HPGê û Artêşa Tirk heye û li gor ҫavkaniyên herêmî, herêma Gerdiyan di bin kontrola gerîlayan de ye .

HPGê daxuyaniyek nû di derbarê şerê li Şemzînan belav kir û diyar kir ku di encama pevçûnan de herî kêm 49 endamên tîmên taybet ji aliyê gerîlayan ve hatin kuştin û helîkopterek skorsky hate xistin.

Hat ragihandin ku pevnûnên di 24’ê tîrmehê de li deverên Navrezan û Rûnûnisê yên girêdayî gundê Nehrî, dest pê kirin, heta niha jî berdewam dikin. 

Hat diyarkirin ku herêm di bin kontrola gerîlayan de ye, roja yekşemê helîkoptera Skorsky ya xwestiye salat di 17.45 de li herêmê deyne ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin.

Nûçegihanê ANFê, ragihand ku li gorî agahiyên HPGê û çavkaniyên herêmî dane, enqaza helîkopterê piştre ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hatiye rakirin. Di encama pevçûnê de herî kêm 49 endamên tîmên taybet hatine kuştin. 

Pevçûnên ku 24'ê Tîrmehê de li gundê Nehrî, Nevrezan û Rubunus a navçeya Şemzînana Colemêrgê dest pê kirine berdewam dikin. Hat ragihandin ku pevçûn duh li bejahiya gundên Gelaşk, Mergesave, Serbera, Sertet û mezraya Nirkole û qontarên Gomanê dijwartir bûne. 

Hat zanîn ku gelek helîkopterên tîpa skorsky leşkerên ji perwerdehiyên taybet derbas bûne û tîmên tevgera taybet li herêma pevçûnê bicih kirine. Dîsa 3’yemîn tabûra komando ya çiya taktîkê bejahiya Garê, Mirgazave ya 15 kîlometreyan dûrî navçeyê ye û herêma çiyayê Kuremezgeta ya 10 kîlometreyan dûrê navçeyê da ber topan.(Rûdaw)

Diğer Haberler